• Saturday, 30 November 2024
logo

Îbrahîm Şêxo: Hêzên Kurdî li taxên Nubul û Zehrayê ne

Gulan Media November 30, 2024 Nûçe
Îbrahîm Şêxo: Hêzên Kurdî li taxên Nubul û Zehrayê ne

Çalakvanê Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbasî taxên Nubul û Zehrayê yên Helebê bûne.

Îbrahîm Şêxo bû mêvanê Bultena Rûdawê û diyar kir ku hêzên Kurd Şehbayê diparêzin û Kurd li Helebê mane û li taxên xwe dimînin.

Li gorî gotina Îşêxo li taxên Kurdan ti problêm nînin û rewş asayî ye.

Îbrahîm Şêxa behsa vekişîna hêzên Hikûmeta Sûriyeyê ji Helebê û herêmên din jî kir û wiha got:

Niha Nubul Zehra di bin destê hêzên Kurdî de ye. Di navbera rejimê û hêzên Kurdî de ti danûstandin nîne ew vedikişin û hêzên Kurdî jî li cihên wan bi cih bidin.

 Balafirên Rûsyayê car caran hêzên çekdar ên Heyeta Tehrîr El Şamê bombebaran dikin

Rêveberiya Taxa Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Şehnayê yên Kurdan hemû tedbîrên pêwîst standine.”

 

Rudaw

Top