• Saturday, 30 November 2024
logo

Zêdetir ji nîvê Helebê ket destê Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê

Gulan Media November 30, 2024 Nûçe
Zêdetir ji nîvê Helebê ket destê Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê

Komên çekdar ên Tehrîr El-Şamê û hevalbendên wê di nava 48 demjimêran de, karîn hejmarek mezin ji taxên Helebê kontrol bikin û gihîştin nava bajêr û qedexeya çûnûhatinê li nava bajêr ferz kir. 

Di daxuyaniyên xwe yên dawî de, komên çekdar ên opozisyonê got, wan Keleha Helebê û Mizgefta Emewî li nava bajêr û gelek taxên wê xistine bin kontrola xwe.

Komên çekdaran qedexeya çûnûhatinê li nava bajêr ferz kir û got, ew ê di heyama çend demjimêran de bajarê Helebê ji aliyê leşkerî û ewlehiyê ve biparêzin û piştî wê jî dê rizgarkirina temamê bajêr rabihgihînin.

Desteya Tehrîr El-Şamê û komên hevalbendên wê, roja 27ê Mijdarê dest bi operasyona "Rêgirtina li Êrîşan" kir û hejmarek gund, bajarok û cihên girîng ji destê rêjîmê xistin bin kontrola xwe.

Çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê û hevalbendê wê, ketin hejmareke mezin ji taxên bajarê Helebê û gihîştin Keleha Helebê, Mizgefta Emewî û Meydana Seidallah El-Cebrî, ku dikeve navenda bajarê Helebê.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Sûriyeyê jî di daxuyaniyekê de ragihand, ew dê berdewam bin li ser rûbirûbûna êrîşa Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û çekdarên opozisyonê yên hevalbendên wê, ku gihiştine derdora bajarê Helebê. 

Artêşê di daxuyaniyekê de got: “Hêzên me yên çekdar ên ku li eniyên Heleb û gundewarê Idlibê tevdigerin, di rûbirûbûna êrîşa mezin a rêxistinên terorîst de berdewam in.” 

Ji aliyekî din ve, sê jêderên ji artêşa Sûriyeyê ji “Reuters” re gotin, wan rêyên sereke yên ku diçin Helebê girtin, piştî ku ferman ji serkirdatiya artêşê hat ku bi awayekî “ewle” ji taxên ku ji aliyê çekdaran ve hatine dorpêçkirin, vekişin.

Li gorî zanyariyên K24ê, rewşa taxên Kurdan li Helebê (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) ku di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne, heta niha aram e û çekdarên Desteya Tehrîr El-Şamê neketine wan, lê metirsî li ser kurdên wan her du taxan heye.

 

 

K24

Top