PDK û YNK dicivin
Îro li Silêmanî dicivin.
Biryare îro şanda danûstandinkar ya Partiya Demokrata Kurdistanê serdana Silêmanî bike û li Silêmanî li gel şanda danûstandinkar ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê bicive.
di vê derbarê de Peyvdarê Serokatiya herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Kurdistantv re ragihand ku, Mijara sereke ya civîna hevbeş giftûgo kirin derbarê ava kirina hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê ye.
Weke tê zanîn biryar bû ev civîna han hefteya derbasbûyî were lidarxistin lê jiber amadenebûna YNK civîn bo îro hatibû paşxistin.