• Saturday, 30 November 2024
logo

SÛRIYE - Heyeta Tehrîr El Şam kengî û çawa hat avakirin?

Gulan Media November 30, 2024 Nûçe
SÛRIYE - Heyeta Tehrîr El Şam kengî û çawa hat avakirin?

Rêxistina Heyeta Tehrî El Şam (HTŞ) komeke çekdar e ku di 28ê Sibata 2017an hatiye damezrandin.

Ebû Mihemed Colanî Serokê HTŞyê ye û Ebû Cabir Şêx jî Serokê Meclisa Şêwirmnediyê û Ebû Ubeyda Kansafra jî fermandarê pile bilind ê rêxistinê ye

Navenda rêxistinê parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyeyê ye.

HTŞ wekî yek ji komên çekdar ên herî bihêz en li Sûriyeyê tê dîtin û beşeke zêde ya parêzgeha Idlibê di bin kontrola rêxistinê deye.

Berê navê wê rêxistinê Eniya El-Nusraya girêdayî El-Qaîdeyê bû ku di sala 2011an de hatibû avakirin.

Rêxistinê sala 2017an diyar kir ku ji El-Qaîdeyê cuda bûye û navê xwe guherandiye.

Li gorî zanyariyan 15 heta 30 hezar çekdarên vê rêxistinê hene.

Divê were gotin ku rêxistin ji komên wekî Eniya Fetih a Şamê, Artêşa Azad, Artêşa Sunne, Lîwaya Heq, Tevgera Nûredîn Zengî û Cepheya Ensareddîn pêk tê.

Serokê Meclisa Şûraya HTŞyê Ebû Cabir Şêx pêvajoya avakirina HTŞyê dabû destpêkirin.

Ebû Cabir bang li hemû grûpên çekdar ên li dijî Hikûmeta Sûriyeyê kiribû ku di bin sîwanekê de kom bibin û bigihên “armancên şoreşa Sûriyêeyê.”

HTŞ xwedî îdeolojiya “selefî û cîhadî” ye û armanca wê ew e ku “dewleteke Îslamî” ava bike.

Rêxistin li dijî Hikûmeta Sûriyeyê ye û dixwaze serweriya Beşar Esedê Serokê Sûriyeyê hilweşîne.

Rêxistin li dijî hevpeymanên Sûriyeyê yên wekî Îran û Rûsyayê jî şer dike.

Rûsya bi rêya balafiran û milîsên Îranî yên li Sûriyeyê jî li Sûriyeyê li dijî HTŞyê şer dikin.

HTŞyê ji sala 2017an ve gelek caran bi hêzên Hikûmeta Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û komên din ên Îslamî yên li Sûriyêyê re şer kiriye.

Rêxistinê heta niha li ser mijarên mafên mirovan, danûstandinên wê yên bi sivîlan re bi tundî hatiye rexnekirin.

HTŞ ji aliyê dewletên wekî Amerîka, Kanada, Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê ve wekî rêxistineke terorîst hatiye binavkirin.

27ê Çiriya Paşîn HTŞyê tevî hevpeymanên xwe yên wekî Eniya Niştîmanî ya Rizgarkirinê, Artêşa el-Izze û Artêşa Nesirê li Helebê li dijî hêzên Hikûmeta Sûriyeyê dest bi Rûbirûbûna Dijminkariyê (Redh Eludwan) kir.

Li gorî zanyariyên herî dawî 6 taxên rojavayê Helebê ji aliyê HTŞyê hatin kontrolkirin û li navenda bajêr û dorûbera Helebê şer di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û HTŞ û hevpeymanên wê berdewam dike.

Rudaw

Top