Komcivîna MEPS berdewame
Duhê li Dihukê destpê kiribû.
5mîn komcivîna aştî û ewlekariya Rojhilata Navîn ( MEPS) yaku, duhê li Dihukê bi beşdariya Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî destpê kiribû berdewame.
Biryare di roja duyem de çend dîbet û panelên curbicur werin pêşkêşkirin û nîqaş li ser rewşa Rojhilata Navîn û aştiyê were kirin.
Herwiha biryare îro Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di panelekê de beşdar be û nirxandin bo rewşa giştî bike.
Duhê jî Serok Barzanî gotarek pêşkêş kiribû û behsa çend mijarên sereke kiribû.