Daxwaz ji YNKê tê kirin, Silêmaniyê ji şerê Îsraîl û milîsên Iraqê dûr bigre
Beşek ji çapemeniya Silêmaniyê û hin siyasetmedar û çavdêrên Iraqê behsa wê yekê dikin ku hin fermandarên milîsên Iraqê li sînorê Silêmaniyê hatine veşartin û heta naha YNKê jî ew zanyarî red nekirine. Ji bo wê jî daxwaz ji YNKê tê kirin, Silêmaniyê neke qurbana peywendiyên xwe yên li gel milîsan û deverê ji şerê navbera Îsraîl û milîsan dûr bigre.
Dawiya heftiya borî hejmarek dron li esmanên Iraqê geriyan û çavdêriya çend pêgehan kirin, ku li gor nûçeyên beşek ji çapemeniya Silêmaniyê ew dron ên Îsraîlê bûn û li ser esmanên Silêmaniyê hatine dîtin. Bi taybet jî li ser fermandariya hêzên komando ya YNKê hatin dîtin.
Li gor wan zanyariyên ku berpirsên Iraqê bi fermî yan jî bi rêya çapemeniyê ve belav kirine, tirseke mezin heye ku Îsraîl êrîşeke berfireh li ser milîsên Iraqê bike û ji aliyê din ve Îsraîlê bi nameyeke ji Netewên Yekbûyî de bi fermî webala êrîşa milîsên Iraqê ya li ser sînorên wan xistiye stûyê hikûmeta federal a Iraqê. Ew gefên Îsraîlê wisa kiriye behsa reva hin fermande, rêveberên milîsan û xwe veşartina wan li dû xwe aniye.
Vê çarçoveyê de rojnamevan Şiwan Sidîq şeva borî di tora xwe ya civakî de belav kir ku; ‘’Îsraîl rijde li ser lêdana gurzekî li pêgehên milîsên ser bi Îranê yên li Iraqê. Naha li rawestgeha Kerkûk bo Silêmaniyê cemaet ber guhê wan dixin ji Sîtek heta Debaşan, birevin hat!’’
Vê derbarê dee parêzer û çalakvanê siyasî Bextewer Sepan jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hemû xelk dizanin ku YNK û Bafil Talebanî bixwe peywendiyekî ruh bi ruh li gel milîsan heye, ku ew peywendî li ser bingehê hin berjewendiyane. Bi taybet jî li ser meseleya bazirganiya bi madeyên hişber, çek, qaçaxçîtî û hin tiştên din ên hatine qedexekirî ye. Herwaha Bafil di çarçoveya milîsan de erk ji bo YNKê helbijartiye ku ew jî erkê dabînkirina beşek ji xercên milîsane, ew pareye jî bi rêya diziya dahata Silêmaniyê ve tê dabîn kirin. Ji bo wê her gefxwarinek ji bo ser milîsan bi cureyekî dibe metirsî û gefxwarina li ser Bafil û YNKê jî.’’
Herwaha dibêje, dibe ku ew gefxwarin rasterast li ser milîsan heye ku bibin armanca êrîşan, lê di wê astê de gef li ser YNKê û Bafil dibe ku nebe, lê veşartina fermandarê milîsan li devera Silêmaniyê û rahênana bi çekdarên milîs li serbazgehên Silêmaniyê, wek hin çapemeniyên Silêmaniyê dibêjin, têkelbûna devera Silêmaniyê ya di şerê tê pêşbînî kirina a navbera Îsraîl û milîsan de ye, ku ew şer ne di berjewendiya Iraqê de ye û di mifa û sûda wê ji bo Silêmaniyê jî nabe.’’
Wî parêzerî pêwîst zanî ku Bafil Talebanî û YNK devera Silêmaniyê ji wî şerî dûr bigrin û ji ber hin berjewendiyên bazirganî û karên neyasayî yên navbera xwe de zulmeke din li xelkê Silêmaniyê nekin û kesê nekin qurbaniya berjewendiyên xwe.
Basnews