Serokomarê Iraqê: Ez daxwaz ji aliyên serkeftî dikim ku bi diyalog û hevdîtinan lezê bidin pêkanîna Hikûmeta nû
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, di 5emîn Forma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn li Duhokê (MEPS2024) de ragehand: “Ez pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim bi boneya hilbijartina gera şeşem a Parlamentoyê, herwaha li gel proseya serjimartinê li Kurdistan û tevahiya Iraqê de.”
Serokomarê Iraqê ragehand: “Ez daxwazê ji hemû wan hizbên ku kursiyên parlamentoyê bidest anîne dikim, ku bi rêya diyalog û hevdutêgehiştinê bicivin û lezê bikin di pêkanîna hikûmeteke nû de.”
Herwaha got: “Bila dawî li hemû pirsgirêkên ku di dema kampanyaya hilbijartinan de derketine, werin em hemû bi hev re hewl bidin hikûmeteke bihêz ava bikin ku xizmeta gelê Kurdistanê bike, daxwazên gel bi cih bîne, pirsgirêkan çareser bike.”
Serokomarê Iraqê balkişand li ser wê yekê ku tenê gelê welatê me berdêla nakokiyên siyasî dide û diyar e ku gel çavkaniya hemû hêzê ye.
Herwaha diyar kir, "Iraq û navçe di rewşekî de derbas dibe ku li ser hemû aliyekî pêwîste em rewşê lêkolîn bikin, pêkve çareseriyeke guncav bo bikin û hewil dibin pirsgirêkan çareser bikin û hewil bidin aştî û aramî jî berdewam be û stabîl bikin.
Basnews