• Saturday, 23 November 2024
logo

Heyder Ebadî: Tişta hin aliyên siyasî û kes dikin dibe ku deriyê dojehê ji bo welatê me vekin

Gulan Media November 23, 2024 Nûçe
Heyder Ebadî: Tişta hin aliyên siyasî û kes dikin dibe ku deriyê dojehê ji bo welatê me vekin

 Serokwezîrê berê yê Iraqê di Forma MEPS2024ê ya li bajarê Duhokê birêve diçe de ragehand, tişta ku hin aliyên siyasî û kes dikin dibe ku deriyê dojehê li ser welatê me de vekin.

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî di gotareke li Forma MEPS de ragehand, pîrozbahiya serkeftina helbijartinên Herêma Kurdistanê Kurdistanê dikim ku vê dawiyê hat kirin, herwaha daxwaza min ew e ew aliyên serkeftî, serkeftîbin di yasadanan û Iraq piştî sala 2003yê ve serkeftî bû ji bo ku nîzameke siyasî dayne û herwaha li hember astengiyan jî serkeftî be.

Herwaha got; Îro Rojhilata Navîn li hember guhertinên bingehîn re hember heve, bi taybet ji ber wî şerê ku naha li navçeyê heye û armancên nû û siyasî hene û Iraq beşeke ji wê û xwezaya îdareya nû ya Amerîkayê dê derkeve pêş û bandora wê dê li ser welatê me hebe. Herwaha em dizanin milmilane heye li Rojhilatê Asyayê û Ukraynayê û bandorê li ser cîhanê hemûyê dike.

Ebadî ragehand, peyama min ji bo hemû siyasetmedarekî ew eku xeletiyekî siyasî ya mezin dê bandorê bike û me ew jî dît ku di dîroka Iraqê de û xaleke din jî gelek metirsî li ser asta siyasî ya dabeşbûyî heye di dema biryardayîna bi taybet biryarên niştimanî de û ez naxwazim behsa hûrgiliyan bikim, ji bo wê jî her biryarekî bê dayîn divê bi eqil bê dayîn û ew jî dê bibe sedemê serkeftina me.

Heyder Ebadî diyar kir, pêwîste em çaksaziyan bikin. Ji ber naha em nikarin çaksaziyan bikin astengî li pêş me ne û divê em ji naha û pê de jî destpê bikin. Serweriya welat biparêzin. Pêwîste biryarên niştimanî bi awayekî serbixwe bên dayîn û tişta ku hin aliyên siyasî û kes dikin dibe ku bibe sedem deriyê dojehê ji welatê me re vebikin, ji bo wê jî divê rê li wan bê girtin.  

 

Basnews

Top