Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyoz3e Brîtanyayê kir
Duh 22.011.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Duhokê pêşwazî li Stephen Hitchen Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir.
Mijara serekî ya civînê taybet ji bo amadekirina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû, herdu alî li ser pêkanîna hikûmeteke yekgirtî ya giştgir hemfikir bûn, ku di demeke herî nêzde dest bi kar be û bêy cudahî, xizmeta hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistnaê bike.
Di beşeke din a gotûbêjan de tekezî li girîngiya dabîkirina mûçe û mafên darayî û mafên destûriyê yên Herêma Kurdistanê hatiye kirine. Herwaha di derbarê pêşxistina pêywendiyên herdu aliyan ên di warên cur be cur de gotûbêj hatin kirin.