Serok Barzanî li gel Davutoglu civiya
Serok Barzanî li gel Serokwezîrê berê yê Tirkiyê civiya û behsa pêşhatên dawî û kêşeyên Rojhilata Navîn bi giştî, metirsiya serîhildana terorîstan û çend mijarên din kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 22.11.2024an li çarçoveya 5emîn Forma Aştî û Ewlekariyê Rojhilata Navîn (MEPS24) li Duhokê, pêşwazî li Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu kir.
Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêşhatên dawî, kêşeyên Rojhilata Navîn bi giştî, metirsiyên serîhildana terorîstan, rêkarên ji bo baştirkirina proseya aştî û ewlehiyê û parastina aştiya navçeyê hatin kirin.
Pêncemîn Forma Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro 22-11-2024an li zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Dihokê dest pê kir.
Basnews