Rêber Ehmed: Pêdiviya Îraq û Kurdistanê bi hevpeymanan heye
Li Dihukê beşdarî di panelekê de kir.
Îro şemî wezîrê navxwe yê herêma Kurdistanê Rêber Ehmed beşdarî di paneleke komcivîna ewlekarî û aştiya Rojhilata Navîn de kir û gotareke kurt jî pêşkêş kir.
Rêber Ehmed behsa rewşa beriya hatina DIŞI bo Îraqê kir û got: Vê demê ez û Serokwezîrê niha yê Kurdistanê bihevre kar bo dabîn kirina ewlekariya nîştimanî dikir û vê demê zaniyarî di destê me de hebûn ku, DIŞI û Qayîde li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê gelek çalakbûn jiber vê yekê Serok Barzanî nameyek bo Serkirdeyên siyasî yên Îraqê şand û ji wan re got rewşa Bexda û Nînovayê ji kontrol derdikeve lê mixabin Serkirdeyên Îraqî ev yek bi cidî wer negirtin.
Ehmed di beşeke din ji gotara xwe de diyar kir ku, raste DIŞI nemaye û hatiye lawazkirin lê hîn jî sedemên derketina DIŞIê û metirsiyên DIŞIê didomin lewre pêdiviya Îraq û Kurdistanê hîn jî bi mayîna hêzên hevpeymanan heye.