Îsraîlê careke din Beyrût a navenda paytexta Lubnanê bombebaran kir
Îsraîlê êrîşeke esmanî li herêma El Basta ya li navenda Beyrût a paytexta Lubnanê pêkanî. Kanala televîzyonê ya El Manar jî ragehand di êrîşê de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û avahiyekî 8 tebeq jî bi erdê ve bûye yek.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Lubnanê NNA ragehand, balefirên şer ên Îsraîlê navenda bajarê Beyrûtê herêma El Basta kirine armanca êrîşê û balefirên şer ên Îsraîlê bi 5 mûşekan avahiyekî 8 tebeq bi erdê ve kirine yek.
Li gor nûçeya Reutersê, kanala televîzyonê ya ser bi Hizbulahê El Manar jî ragehandiye di êrîşa li El Basta ya navenda Beyrûtê de herî kêm 4 ksan jiyana xwe ji dest dane û 23 kesên din jî birîndar bûne.
Basnews