Serok Barzanî: Ev Form giring e, lewma pêwîstiya tevahiya deverê bi aştî û ewlehiyê heye
Gera pêncê ya Forma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro 22.11.2024 li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê hat destpêkirin.
Serok Mesûd Barzanî di gotara xwe de got, “Hatina van hemî rêzdaran ji bo vê Formê de nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê ber bi pêş ve diçe, nîşana wê yekê jî ye ku Zanîngeha Amerîkayî li Dihokê cihê xwe kiriye.”
Serok Barzanî herwesa got, “Ev Form giring e, lewra pêdivîtiya hemî deverê bi aştî û ewlehiyê heye, ezmûna hemî gel û welat diyar kir ku bi şerî çi encam bi dest ve nayên, belkî bi aştî û hevfêmkirinê û bi rêzgirtina li hev, ev e rêya rast ji bo çareseriya hemî arêşeyan.”
Serok Barzanî amaje jî da, “Berî mehekê piroseyeke hilbijartinan a dîrokî li Herêma Kurdistanê hat kirin. Pêşbîniya hemî aliyan ew bû ku ew hilbijartin dê nehatiban kirin, an jî eger hatiban kirin dê gelek arêşe peyda bûban, lê ez pêdivî dibînim ku bi germî spasiya gelê Kurdistanê bikim, serê me bilind kir û diyar jî kir ku di demên pêdivî de hest bi berpirsyarîtiyê dikin.”
Ron jî kir, “Di wê piroseya hilbijartinan de, 72% ya xelkî pişkdarî kir. Encamên wê jî eşkere bûn. Em hêvîdar in hemî alî serederiyê bi rewatiyê re bikin. Herwesa pêngavên paşerojê, ku piştî çend rojan encam ji aliyê Komisyonê ve tên ragehandin, di navbera hemî aliyan de dest bi danûstandinan tê kirin, ji bo ku bi zûtirîn dem perleman dest bi karê xwe bike û pêngavên din jî li pey wê bên.”
Tekez jî kir, “Em hêvîdar in hûn hemî piştgiriya me bikin, ji bo ku li paşerojê yek herêm, yek perleman, yek hikûmet û yek hêza Pêşmergeyan li Kurdistanê hebin.”
Herwesa got, “Ew serhejmêriya li seranserî Îraqê hat kirin tekez kir ku, çi meremeke siyasî li pişt nîne û çi bandor jî li ser madeya 140ê nabe, ku vê yekê jî dê gelek ronkirin ji bo Hikûmeta Federalî hebin, ji bo ku pilanên xwe li paşerojê bi awayekî birêkûpêk û zanistî darêje.”
Ron jî kir, “Demokrasî wesa ye, hilbijartinên Herêma Kurdistanê, serhejmêrî, kêmtir ji salekê em ber bi hilbijartinên federalî jî diçin, em hêvîdar in hilbijartinên bên ên federalî jî baş bin û feydeyî ji hilbijartinên Herêma Kurdistanê werbigirin.”
Herwesa ragehand, “Mimkin nîne çi arêşe bi zorê bên çarekirin, bi dilxweşî ve peywendiyeke baş di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de heye, hevkarî jî ji bo çarekriina hemî arêşeyan heye. Em hêvî dikin ew hevfêmkirin berdewam be. Eger niyetên baş hebin, ez wesa difikirim ku çi arêşeyek nîne neyê çarekirin.”
Basnews