Davutoglu: Divê Tirkiye rasterast danûstandinan bi Kurdên Sûriyeyê re bike û pêdivîtî bi navbeynkaran nîne
Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê di çavpêkeftinekê de bi K24ê re behsa peywendiyên Hewlêr û Enqereyê, piroseya aştiyê, peywendiyên Tirkiyeyê bi welatên deverê re û çend pirsên din ên giring dike.
Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu di çavpêkeftinekê de bi K24ê re li ser rewşa Sûriyeyê ragehand, “Bê goman qeyrana Sûriyeyê qeyraneke aloz e. Ev qeyraneke navbera Tikriye û Sûriyeyê nîne. Serekîtirîn qeyran di navbera rijêma Sûriyeyê û xelkê Sûriyeyê ye, bi kêmî ve pareke berçav a xelkê Sûriyeyê. Piranniya Kurd û Ereb û Tirkmenên bakurê Sûriyeyê ji destê rijêma Sûriyeyê nalandiye. Divê çareseriyeke bibandor ji bo qeyrana Sûriyeyê vê vedîtin.”
Davutoglu tekez jî kir, “Ez li dijî çi diyalogekê bi Hikûmeta Sûriyeyê re nînim û her vê yekê jî wesa kiriye ku Erdogan bizavê ji bo çêkirina wê diyalogê bike. Dema ku ez li sala 2011ê çûm Sûriyeyê, yek ji wan arêşeyên me ku me pê re behs kir dana nasnameyan bi welatiyên Kurd li Sûriyeyê bû. Yanî divê Hikûmeta Sûriyeyê dest bi çaksaziyeke navxweyî û aştiyeke navxweyî ya girêdayî xwe bike, hingê hêsan dibe.”
Navbirî di derheqa binecihkirina artêşa Tirkiyeyê li hin cihên Rojavayê Kurdistanê jî eşkere kir, “Arêşeya mezin a Sûriyeyê ne hebûna artêşa Tirkiyeyê li wî welatî ye. Dema ku ez li ser desthilatê bûm, min çi artêşek neşand wê derê lê bi liberçavwergirtina hebûna endamên DAIŞê û arêşeya ewlehiyê, Tirkiye neçar bû biçe nav Sûriyeyê. Ez dikarim bibêjim ku me çi hez nebûn an jî me bi çi awayan axa Sûriyeyê binpê nekiriye, lê giringtirîn tişt aştiya navxweyî ya Sûriyeyê ye. Qanûneke Civata Ewleghiyê ya Neteweyên Yekgirtî li Kanûna Yekê ya sala 2015ê hebû, daxwaza diyaloga komên Sûriyeyê bi rijêmê re dikir, pêxemetî Sûriyeyeke nû. Her dema Beşar Esed danûstandinan bi xelkê xwe re bike, Tirkiye çi niyetek nîne ku li Sûriyeyê bimîne.”
Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê tekez jî kir, “Wekî Tirkek, ez bi çavekî biyanî temaşeyî Kurdên Sûriyeyê an Kurdên Îraqê an jî Erebên Sûriye û Îraqê nakim ku pêdivîtiya me bi navbeynkariya xelkê Amerîka an Rûsyayê an jî destûrdana wan hebe. Nexêr, em xwediyên rastîn ên van dever û herêman in. Divê Tirkiye bi awayekî rasterast û rûbirû danûstandinan bi Kurdên Sûriyeyê û Kurdên Îraqê re bike. Eger artêşa Amerîkayê ji deverê derbikeve, em Tirk û Kurd û Ereb û Îranî pêkve li vê deverê dijîn û divê bi awayekî rasterast bi hev re biaxivin. Pêdivîtiya me ji bo vê yekê bi navbeynkariya Amerîkayê nîne.”
K24