496 hezar Kurdên ji deverên nakok li Herêma Kurdistanê dijîn
496 hezar Kurdên ji Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê li cihê xwe yê resen najîn.
20 û 21ê vê mehê li Îraq û Herêma Kurdistanê nifûs tê hejmartin.
Metirsî heye ku Kurdên ji Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê yên wekî Kerkûk, Xaneqîn, Xurmatû, Mexmûr û Şingalê li ser cihê xwe yê resen neyên nivîsandin û li wan deran hejmara Kurdên kêm bibe.
Li gorî lêkolînên Tora Medyayî ya Rûdawê herî kêm 200 hezar Kurdên Şingalî, 155 hezar Kurdên Kerkûkî, 100 hezar Kurdên Mexmûrî, 21 hezar Kurdên Xurmatûyî û 20 hezar Kurdên Xaneqînî li derveyî cihê xwe dijîn.
Mexmûr: Lijne astengan derdixe
Şaxa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Mexmûrê ji Rûdawê re da zanîn ku herî kêm 100 hezar Kurdî ji Mexmûrê bar kiriye û li deverên din ên Herêma Kurdistanê dijîn.
Bepirsên partiyan Kurdan dixwazin ku ev kes ji bo hejmaratina nifûsê vegerin cihê xwe û navên xwe li ser cihên xwe yên resen binivîsin.
Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî hewl dide li gundên Mexmûrê yên ku hatine valakirin konan deyne da ku xelk dema serjimêriyê li wan bimîne lê Lijneya Bilind a Serjimêriyê ya Îraqê rê nade ku ev bê kirin.
Partiyên Kurdan bertekê nîşanî vê helwesta Lijneya Bilind a Serjimêriyê ya Îraqê didin û dibêjin:
“Gelek Kurdên ji Qeracê ji ber ku li gundên wan xanî nînin nikarin vegerin û navên xwe qeyd bikin.”
Xaneqîn
Ji Xaneqîn û nahiyeyên wê herî kêm 20 hezar Kurdî koç kiriye û li bajarên din ên Herêma Kurdistanê yan jî li Bexdayê dijîn.
Berpirsê Şaxa Xaneqînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêrko Mîrweys da zanîn, ew hewl didin da ku xelk dema serjimêriyê vegere cihê xwe û got:
“Bi hezaran kesên me li derveyî Xaneqînê dijîn û niha gelek kes vegeriyane.
Eger kesên ku cihê wan ê mayînê nîne serî li me bidin em dê cihekî ji wan re peyda bikin.”
Berpirsê Şaxa 15an a Xaneqînê ya PDKyê Ekber Heyder ji Rûdawê re got:
“Dêriyên me ji bo xelkê vekirî ne, ya girîng ew e ku hemû vegerin.
Serjimêrî ne tenê ji bo bipêşketinê ye. Dibe ku sibe Îraq ji bo karên xwe yên siyasî bi kar bîne.
Dibe ku bikin alternatîva Madeya 140î. Ji ber vê jî divê her kes vegere.”
Bi hezaran Kurdên Êzidî dê li derveyî Şingalê tên qeydkirin
Berpirsê Ofîsa Rizgarkiriyên ji Destê DAIŞê Husên Qaîdî ji Rûdawê re da zanîn ku nêzîkî 200 hezar Kurdên Êzidî li deverên din ên Herêma Kurdistanê dimînin.
Şêwîrmendê Serokê Herêma Kurdistanê Xeyrî Bozanî got:
“Zehmet e ku Êzidî vegerin Şingalê çimkî divê 2-3 rojan bimînin û di van şertan de zehmet e.
Piraniya wan dê li cihê ku niha lê ne werin tomarkirin.”
155 hezar Kerkûkî li derveyî Kerkûkê ne
Nûnerê Beşa Hilbijartinan a Kerkûkê ya YNKyê Elî Qelayî ji Rûdawê re da zanîn:
“Ji 1991ê û heta niha nêzîkî 40 hezar malbatên Kurd ji Kerkûkê koç kiriye.”
Elî Qelayî diyar kir ku halê hazir 155 hezar Kerkûkî li derveyî Kerkûkê dijîn.
Eger neçin Herêmên Kurdistanî dê li ser kû derê bên qeydkirin?
Gotegot belav bûbûn û hatibû gotin, eger kesên ji Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê neçin cihê xwe jî dê li ser cihê xwe yê resen bên qeydkirin.
Serokê Beşa Teknîkî û Medyayî ya Serjimêriyê ya Herêma Kurdistanê Guhdar Mihemed Elî ev yek red kir û got:
“Eger kesek ji wan malbatên ku ji Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê çûne cihên din ên Herêma Kurdistanê vegere cihê xwe bes e.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, eger kesek li ser navê malbata xwe vegere Herêmên Kurdistanî divê nasnameyên endamên malbata xwe û formên xwirekan bi xwe re bibe.
Guhdar Mihemed Elî mijar bi mînakekê zelal kir û got:
“Wekî mînak, eger Êzidiyekî ji Şingalê li Hewlêrê bijî, dê li Hewlêrê were tomarkirin lê dê amaje pê were kirin ku li Şingalê ji dayîk bûye.”
Rudaw