Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyan a PDKê merasîmekî rêzgirtinê bi boneya serkeftina lîsteya 190 a PDKê rêkxist
Roja 17.11.2024ê piştî nîvro li Kerkûkê, Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyanê ya PDKê merasîmeke rêzgirtinê bi boneya serkeftina lîsteya 190 a PDKê di helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ji bo endam û kadro û berpirsên organên xwe rêkxist.
Di merasîmê de endamê polîtburoya PDKê û berpirsê Mekteba Rêxistina Kerkûk – Germiyanê yê PDKê Hîwa Ehmed Mistefa gotarek pêşkeş kir û pîrozbahî li hemû xelkê Kurdistanê û endam û alîgirên PDKê kir, bi boneya serkeftina PDKê ya di helbijartinên Parlamentoyê Kurdistanê de û hewl û westandina hemû organên PDKê ya ji bo serxistina lîsteya 190 jî wek hewldanên astbilind nirxand.
Herwaha got, serkeftina lîsteya PDKê ya vê carê, di dîroka helbijartinan de mînak bûye û armanca me ew e ku em vê merasîmê wek rêzgirtinekî birêve bibin, ji wan kesên ku rola wan hebû di serkeftina lîsteya PDKê de.
Hîwa Ehmed Mistefa got, ji bo wê jî me ev merasîm li Kerkûkê rêkxist. Ji ber Kerkûk berdewam ji bo me giring bûye, em daxwazê ji Kerkûkiyan dikin wegerin bo Kerkûkê û navê xwe tomar bikin di serjimêriya giştî de.
Basnews