Serok Barzanî li gel şandeke hevpeymaniya Yekgirtî ya Enbarê civiya
Behsa rewşa giştî ya Îraqê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevpeymaniya yekgirtî ya Enbarê bi Serokatiya Qasim Elfehdawî kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasiya Îraq û deverê, pêşhat û guhertinên dawî hate kirin.
Her di heman civînê de nîqaş li ser rêkarên parastina aramiya Îraqê, hemahengî û karên hevbeş di navbera aliyên Îraqî de hate kirin.