Herêma Kurdistanê tevlî konferans û dîdareke aborî ya Rûsyayê dibe
Herêma Kurdistanê tevlî konferans û dîdareke aborî ya Rûsyayê dibe. Berdevkê Desteya Weberhênanê jî armanca wê tevlîbûnê ji K24ê re eşkere dike.
Berdevkê Desteya Weberhênanê Bergeşt Akreyî îro (Duşem, 18.11.2024) ji Malpera K24ê re ragehand, “Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Desteya Weberhênanê Mihemed Şikrî li serê heftiya bê ji bo tevlîbûna di konferans, dîdar û pêşangeha aborî ya Sanpetersburgê de serdana Rûsyayê dike.”
Wekî ku Bergeşt Akreyî behs kir, “Herêma Kurdistanê tevlî wê çalakiya salane dibe û em bi awayekî fermî hatine vexwandin.” Ron jî kir, “Nêzî 15 heta 20 weberhêner û bazirganên bajarên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê di wê serdanê de hevaltiya Serokê Desteya Weberhênanê dikin.”
Li dû gotina Berdevkê Desteya Weberhênanê, armanca serekî ya tevlîbûna şanda Herêma Kurdistanê “rakêşan û zêdekirina rêjeya weberhênana Rûsyayî li Herêma Kurdistanê ye.” Tekez jî kir, “Herwesa em bizavê dikin ku lihevkirin û hevfêmkirinan bi weberhênerên biyanî re jî îmza bikin.”
Berdevkê Desteya Weberhênanê eşkere jî kir, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dema çar rojan li Rûsyayê dimîne, çend civînên giring hene û em dixwazin bi destên tejî vegerin.”
K24