Prosesa serjimêriyê destpê kir
Îro formên serjimêriyê têne dabeşkirin.
Di çarçoveya amadekariyên heyî yên bo serjimêriya giştî ya Îraqê, îro li Îraq û herêma Kurdistanê prosesa dabeş kirina forman li ser malbetan destpê kir.
Biryare roja çarşemê jî serjimêriya giştî destpê bike û du rojan bidome.
Ji aliyê xwe ve aliyên siyasî yên Kurdistanê jî huşdarî didin dibêjin li navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê 350 hezar welatiyên Kurd cîhên xwe bicîh hêştine û nevegeriyane ser mal û cîhên xwe.