Salih Qelab: Berêz Mesûd Barzanî dûrbînane gavên mezin ji bo armancên neteweyî avêtine
Di nav germa gorankariyên Rojhilata Naverast de, çi nemaye kêşeya kurdî bibe tuxmê serekî nav hevkêşeyan de û Herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir binemayên dewleteke serbixwe dide û kêşeya kurdî jî bi şêweyeke giştî berev pêşve gavan davêje, her di nav vê hevkêşê de aloziyên Iraqê berev paşerojeke nediyar ve diçe û roj bi roj rewş xerabtir dibe , ev tevî ku li aliyê rojava jî Sûriya bûye kêşeyeke din û pir çavdêr zêdebûna tundûtîjiyên Iraqê bi rewşa Sûriyê ve girêdidin û dibînin rewşa Sûriyê kartêkirineke mezin li ser rewşa Iraqê heye û kadirên piştevaniya Hikumeta Iraqê ne bo mana Rejîma Esed di deshelatê de, bo axaftin li ser van pirsann û arasteya rewta gorankariyan me ev diyaloke bi nivêser û rojnamenivîs berêz Salih Qelab wezîrê ragehandina û rewşenbîrî yê berê yê şanişîna Urdinê encam da û wî jî boçûna xwe ji Gulan re derbirî.Gulan: Iraq di nav ev keşa taîfî û hevrikiya bê navbir ku ketê ye berev ku ve diçe bi taybet di çarçoveya biwarê siyasî de, em ê çi gorankariyekê di paşeroja Iraqê de bibînin?!
Salih Qelab: zehmete kesek bi sanahî bikare pêşbîniya wê yekê bike ka wê çarenivîsa Iraqê berev ku ve dere, çûnkî bi eşkere û rûn destêwerdana neberpirsane di nav Iraqê de heye bo kurkirina nakokiyan, navçe jî di rewşeke hestyare re derbaz dibe, gorankariyên fere araste û fere cemser dirust bûne, ji ber vê pir çetine kesekî şirovekar bi yek alî de û yan bi tak rehend bikare dozên nav Iraqê gotûbêj bike.. Iraq bûye qadeka vekirî bo rûbirûbûna taîfî û berengarbûna tundiya mezhebî ku metirsî dartirîn curên berengarbûn û hevrikiyê ye li dinyayê, ev jî ji ber du fakterên serekî:
Faktera Yekê pêktê ji destêwerdana yekser ya Iranê bo nav karûbarê Iraqê, heta berî vekişîna hêzên çekdarên Emrîka ev destêwerdane hebû û niha jî her maye, îca têkçûna rewşa nav Sûriya jî hatiye ser, û li Sûriya jî vê wekiriye nerastewxo nifoza Hizbulahê û deshelata hêzên Iranê yên Feyleqa Qudisê rolekê aktîv bibînin, van keşa aloziyên taîfî di nav Iraqê de gurtir kiriye, renge ji ber ew paşxana ji mêj a dujminane be ku ji kevin ve di navbera Sune û Şîeyan de kok daketine û paşê bi sedema têkçûna rewşa Sûriya ve zêdetir germtir bibe, anko destêwerdaneke taîfî berdewam heye bo zêdetir têkçûna rewşa Iraqê, ez di wê bawerê de me jî deshelata ferman rewa ku bi nûneratiya Nûrî Malikî tê bi rêvebirin, asankariyê dike yan rêka vala dike bo hatina hemû şêweyeke destêwerdanê di karûbarên welêt de, heta esman û erdê Iraqê kiriye pireyeke gehandin û veguhastina hemû curên hevkariyên serbazî û locistîkî bo rejîma Esed heta hilneweşe, karvedana xerab a dirustbûna vê pirê baceke qurse, xelkê Iraqê rojane wê bacê bi xwîna neviyên xwe didin, çûnkî wek hemû dizanin Sûriya bûye qadeke bo yekalî kirina hevrikiyeke xwînawî ya herêmayetî û nêvdewletî, ev hevrikiya nav qada Sûriya çîkên wê hatin nav Iraqê jî , rojane bi sedan welatî di encama karên terorîstî de xwîna wan di ser kolanên Iraqê de tên rijandin, heta di hindek roj da hejmara qurbaniyên nav bajarên naverast û başûrê Iraqê de ji ya cenga malwêranî ya nav bajar û bajarokên Sûriya jî zêdetir bûye, bi hemû pîveran ew a li Sûriya çêdibe şerekî wêrankar û kuştareke bêhûde, her çiqas Herêma Kurdistanê ketiye derveyî bazina ew milmilaneya xwînawî ya Sûriya û şerê taîfî yê Iraqê, lê belê kes û alî di wê hewlê de bûn ev hevrikiya Sûriya rastewxo veguhêzin bo nav Herêma Kurdistanê, belge jî bo vê yekê ew kiryara tîrorîstî bû ku li hember dezgeha asayişa Hewlêrê hate encam dan, bi giştî dîmen li Iraqê dîmeneke qitranî û tarî û metirsîdar û pir dilrawekiye..
Gulan: Iraq ji aliyê siyasî û ewlehî û aramiyê ve rastî şikestê hatiye, baş e li paş ev şikesta Iraqê gelo paşeroj nediyare yan çaverêyek heye bo gorankariyê?!
Salih Qelab: kî dikare pêşbîniya paşerojekê bike di welatekî de ku hemû reng bi nav hev ketibin, raste ji bilî Herêma Kurdistanê Iraq wek hikumet û dewlet jî rastî şikestên cergbir bûye, anku ji bilî Herêma Kurdistanê , hemû başên din yên Iraqê di nav ajawe û kiryarên terorîstî de mate û çemkên serekî yên welat jî ji aliyê welatekî cîran ve tên kontrolkirin, Malikî tu carî guh nedaye xemên xelkê Iraqê, tu hesaban ji hevbeşên xwe yên hukmraniyê welat re nake, kesek guh li pista dewletekî din be li hêviya fermana wî dewletî jî dibe, jêderên hemû biryarên Malikî bi dest balyozekî fexrî dewleteke din de ye, Iraq îflîc bûye, sedema serekî jî bo ew du şaşiyên dîrokî vedigere bo ew karên ku Emrîkiyan di Iraqê de kirine, yekemîn şaşîya Emrîkiyan di demên hêrişî ser vî welatî kirine de bû ku jêr xana vî welatî jinavbirin, paşê anîna çend giropên neşareza bo rêvebirina welat û bidestxistina deshelatê, şaşiya duyê jî ku Iraq rastî kêşeyeke mezin kir, vekişandina hêzên xwe yên çekdar bûn ji vî welatî bê ku pilanek bo başkirina rewşa Iraqê hebe li paş xwe, li Efganistanê jî ev şaşiye kiribûn, li wir jî dema ku leşkerê Sovyetê şkest û derxistin derveyî welat, Emrîkiyan bingeh bo hatina hikuma Talîban xweş kir, Talîban bi hikumeke tijî hevrikiya tund ya olî rewşeke ne aram ya tundûtîj dirust kirin û qeyran bo derdora xwe jî dirust kir, bi taybet li Pakistanê û paşê li pir cihên din yên dinyayê, dema çûne nav Efganistanê bo ji nav birina tundrewên Talîban û paşê ji wir jî vekişîn û rewş aloztir kirin, li Iraqê dikarîn li ser axa Herêma Kurdistanê ku navçeyeke aram û tena û paqije ji tundûtîjiyê dikarîn hinek hêzên xwe bi navê hêzên emercensî bo rewşên nelibar bihîştana, lê wan bi ew vekişîna xwe rewşa li ser milê welatiyên sivîl yên vî welatî giran kir û barê xwe danîn ser hespê derdayî û qumara xwe li şûn xwe hîştin bo kesatiyekî bê aso û ji bo koleyê welatekî cîranê Iraqê..
Gulan: cenabê te wek kesayetiyeke wêrek û têkoşerekî her tim bi helwêst di biwarê ragihandinê û siyasetê de, tu çawa temaşeyî serbixweyî ya gelê Kurdistanê dikî, gelo tu hunek caran ji vir û wir te tiştek bîstî ye bi navê damezrandina dewleta Kurdî yan Kurdistanê?
Salih Qelab: ji aliyê mirovî û pirensîp ve ez dibêjim Kurd neteweyeke dîrokî ye di vê navçeyê de, mafê xwe heye li ser binemayê pêkhata neteweyî dewleteke serbixwe hebe, baştir wihaye ku di paşerojeke nêzîk yan dûr de ew armanca xwe ya stratejîk rabigehîne, wek çawa Ereban zêdetir ji bîst dewletan de ev yek ragehandine û turkan jî di dewleteke mezin de ragehandine, kurdan jî mafê xwe yê rewa heye ku tiştekî weha damezrîne, pir alî û kesayetiyên din jî hene heman boçûna min heye, ev jî helwîsteke nabe mirov jêr lêv ke, lê di hinek rewş yan hinek doxên taybet de pêwîste mirov agadarî tiştên giring bin, agadariya ev tiştên giring we kiriye ku serkirdatiya hekîmane ya Herêma Kurdistanê ta demê guncayî neyê pêş û locîkî tir be naxwaze hejmareke babetên stratejî bi hev re di yek dem de biazrîne, ew wiha baş dibînin ku Herêma Kurdistanê hikum û deshelateke bilind di nav Iraqê de hebe, çûnkî ew bi xwe baş dizanin ku ji aliyê Turkiya û Iranê û heta Sûriyayê bi ev aloziya xwe ya niha jî li hember ragehandina dewleteke kurdî li Kurdistana Iraqê bêdeng nabin, ew ditirsin heger tiştekî wiha li Kurdistana Iraqê were ragehandin, pêla wê bigehe nav kurdên welatên wan jî ew jî heman hewla Herêma Kurdistanê bidin, anku ew ji bo têkneçûna rewşa navxwe ya welatên xwe çavên xwe ji mafên rewa yên gelê Kurd digrin, di hemo rewşan de ev siyaseta waqiî û dadperwer ya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî dûrbînaneye bo ew armanca mezina gelê Kurd, asoyên serbixweyiyê ji wî ve diyarin lê dema ragehandina dewletê, bi rewşeke geştir ya nêvdewletî ve hatiye girêdan, ez hêvîdarim ew dewleta neteweyî ya Kurd di paşerojeke nêzîk de bibînim..
Gulan: Gotin çi nemaye Beşar Esed bikeve, bi boçûna te çiqasî din rejîma wî wê li ber xwe bide, gelo dawî nêzîk nebûye?
Salih Qelab: Yek ji serkirdên bilind yên Hizbulah vê dawiyê got heger ne ji me ba Rejîma Esed nedikarî sê demjmêran li ber xwe bide, ew a Beşar Esed li ser lingan hîştiye peyrewkirina siyaseta geşkirina şer bû bo şerekî herêmî û nîvdewletî, ew a niha Beşar Esed digerîne welatekî pirhêz wek Rûsiya ye, paşê Irane bi hemû hêzên moxaberatî û çendîn cur çek û teqemenî û hemû şîanên wezareta derve, bi sedan çekdar ji Yemen û heta bi Iraqê bi şêweyên cuda cuda têne şandin bo nav agirê vî şerî, partiya Beisa Sûriya bi dehan sale di karde bû ji bo jinavbirina jiyana siyasiyane, ji vî alî de welat wêran kirine, her wek çawa Sedam Husên jiyana siyasî li Iraqî ji kokê ve kuştibû, bi belgeh ew a li sala 2011ê dema boyerên Sûriya çêbûn, di wî welatî de çi hêzeke siyasî rêxstî nebû ji bilî tenê çend kesên niştiman perwer ku rojane vî destî û wî destî bi wan dihat kirin di nav zîndanên Beis de, bê ku hêzeke li ser hev hebe, heta kurdî jî, tenê Selah Bediredîn û bîst partiyên ji hev qetî û qutqutî dengê wan hebû, ew bizava niştimanî Sûrî ku ji hemû alî ve hatibû perçiqandin, îca dema hêz li hev kombûn ji bo pêkanîn û damezrandinê, bi ecinda û nifozên herêmayetî re li derveyî sinûrî Sûriya hatin têkelkirin, rejîmê jî hemûdergeh vekirin taku giropên terorîst bikevin di nav şer de daku ji bo dinyayê biselimîne ku ew şerê dijî terorê dike û ew hêrişî terorîstan dikin ne gelê Sûriya, ew mefrezeyên ji DAIŞ û Bereya Nesree dirust bûn, destê derve û Rejîmê bi xwe têde heye, weha li Rojava kir ku bigehene qenaetekê ku piştevaniya temama xelkê Sûriya nekin bo ji nav birina Beşar Esed heger na kî li dinyayê de heye bo mana xwe 126 hezar welatiyên xwe jinav bibe, wek di raportên neteweyên yekgirtî de hejamara qurbaniyan hatine tomarkirin, herwiha nêzîkî 3 milyon penaber derbeder bûn, Civaka Nêvdewletî ji wê ditirsin heger Beşar Esed bikeve, Sûriya perçe bibe bo çend parçeyên taîfegerî û giropên tîrorîst destê xwe dînin ser lewra ew di hewil dane piştevaniya hêzên nerim yên nav Leşkerê Azad bikin..
Salih Qelab di çend dêran de
Salih Hemed Ewad Qelab wezîrê ragihandin û wezîrê rewşenbîrî yê berê yê Urdinê bû, çwar caran li ser hev di wî welatî de wek endamê encumena Eiyan hatiye helbijartin, herwiha rêveberê giştî yê dezgeha êzgeh û televizyona Urdinî û stûnnivîsê rojnameya (Alşerq Elewset ya Londonî) û (Alreî) ye, yeke ji damezrênerên kenala Esmanî (Alerebiye) bû û ji destpêka pexşê bo demekê serokatiya wê kenalê bi wî hatibû sipartin, di encumena emîndarên kompaniyên vekolînê yên Seûdî de endame, wek kesayetiyekî ekadîmî û siyasî naskirî û bê alîgir ji aliyê şah Ebdula paşayê şahinşîna Urdinê ve pir cara rawêj pê tê kirin.