• Monday, 30 December 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Ti dijmin û nehezek nikare PDKê rawestîn e

Gulan Media October 13, 2024 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ti dijmin û nehezek nikare PDKê rawestîn e

Roja 12.010.2024, bi amadebûna herdu cîgirên Serokê Partiya Demokrata Kudistan Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, mitîngeke mezin a girseyî ya ji bo piştgîriya merasimeke mezin a girseyî li stadyoma Duhokê birêve çû.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî, di wê mitîngê de gotarek pêşkêş kir û destpêkê spasiya cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî kir û ragehand: “Gotara birêz Nêçîrvan, gotara hemû PDKê ye.”

Herwaha ragehand: “Jiyan şanovanî nîne ku bi pêşandanekî komedî, ya hindek beredayîyan pê bikenin, jiyan pire ji hewrazî û berjêrî û gelek pêwêste hikûmranî û pêşeroja welatê me û Herêma Kurdistanê li dest xelkê de be ku cîhê baweriya xelkê Kurdistanê bin, divê ezmûna wan hebe, xweneçemînin, netirsin, li hember hemû gefekî rawestin. Bêguman tenê aliyê ku heta niha li gel xelkê maye û ti gumanek tê de nebû ye heta heta li gel dimîne û li hember hemû aliyekî radiwestê, Partiya Demokrata Kurdistane.”

Herwaha amaje bi wê jî dike: “Îro hindek beş hene, ku dibe du dan xwarina xelkê li gel da nebê, daxwaza hilweşîna PDKê dikin. Başe eger ew girseya PDKê li gel wan bû ya û ew piranî bûna, dê çi bi serê xelkê bianiyan?”

Herwaha got: “PDK’e xwedî vê girseyê ye, pêwîste girseya PDKê bîne bîra xwe û wê bizane ku PDK xwedî girseyekî ye, bi ti kesî naçeme û bi ti kesî jî narawestê.”

Mesrûr Barzanî ragehand: “Bêguman nikarin, Ji ber ku PDK xwedî Serok Barzanî ye, Pêşmergeyek xwe neçemîn û girseyek berxwedêr heye, ti dijmin nikare PDK rawestîne, nikare PDK tine bike, nikare bigihîje xeyalên xwe ser bixe.”

 

 

Basnews

Top