• Monday, 30 December 2024
logo

Serokê Hikûmetê Otela Radîson Blu ya li Çiyayê Korekê vekir

Gulan Media October 10, 2024 Nûçe
Serokê Hikûmetê Otela Radîson Blu ya li Çiyayê Korekê vekir

Serokê Hikûmetê: Yek ji mezintirîn projeyên Rojhilata Navîn ku masterplanek ji bo wê hatiye amadekirin, dê li Soranê bê avakirin.

Îro 9.010.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistnê Mesrûr Barzanî, otela Dadîson Blu ya li ser lûtkeya çiyayê Korek li sînorê Rêvebiriya Serbixwe a Soranê vekir.

Serokê Hikûmetê piştî serlêdana beşên wê otelê, gotarek pêşkêş kir û amaje bi wê da ku yek ji projeyên herî mezin li asta Rojhilata Navîn ku naha masterplan bo hatiye amade kirin ku li vê deverê bê çêkirin, ku ew jî di be alîkareke zêdetir, ji bo hemwelatiyên navçeyên din yên Iraq û derve ku bêne vir û sûd ji projeyên geştuguzariyan werbigrin.

Naveroka gotara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Binavê xwedê mezin

Amadevanên hêza û qedirgiran

Ez kêfxweş im ku di vekirina vê otêlê de amade me, beşek temamker a komelgeya geştiyariya Korko, ku di sala 2010 kevirê wê yê bingehîn hatibû danîn. Ev proje ku ji aliyê birêz Sîrwan Barzanî ve hat amadekirin, di rastiyê de gelek kes gomana wan hebû ku bi serkeftî be, lê hewildaneke cidî da û di wê demê ve heta niha em dibînin ku bi hezaran xelik li Kurdistan û Iraq û derve de jî serdana vê navçeyê dikin. Ji bo wê jî cihê destxweşiyê ye û ez sipasiya birêz Sîrwan dikim û herwaha sipasiya Darîn Grûp dikim ku karîn markeyeke Cîhanî yaw eke Radîson Blu bînin Kurdistanê û li vir li çiyayên serkêş yên Kurdistanê bikaribin hoteleke bi vî rengî çê bikin.

Ev jî nîşana wê ye ku gelê Kurdistanê ne tenê di parastina xwe de li çiyana de jêhatiye, belkû dikare van çiyayan ji bo geştuguzar û xizmeta hemwelatina bikar bîne û xweza û bedewîya dîroka xweşik a Kurdistanê bi xelkê bide nasîn.

Her wek hûn dizanin Korek çiyayeke ku bi sedan destan tê de hatine tomar kirin. Ev dever navenda şoreşa Îlon û Gulanê bû ye û baregeha Barzanî li vir bû ye.

Ev ew dere ku dîrok avakir û di saya xebat û tekoşîna pêşmergeyên qehreman dikarin li cihekî waha merasim bê gerandin û pêk bên û em bigehêjin cihê geştiyariyê.

Bo wê jî cihê xweye ku em rêz û hirmet ji şehîdan re daynin û sipasiya pêşmergeyên qehreman bikin ku berhemên xebatên ku wan îro ava kiriye.

Ev herêm xwedî gelek seyrangeh, çiya, xweza, avên lihevhatî û gelek cihên xweş e, ji ber vê yekê divê em heta ku ji dest tê projeyên mezin li van herêman zêde bikin. yek ji projeyên herî mezin li asta Rojhilata Navîn ku naha masterplan bo hatiye amade kirin ku li vê deverê bê çêkirin, ku ew jî di be alîkareke zêdetir, ji bo hemwelatiyên navçeyên din yên Iraq û derve ku bêne vir û sûd ji projeyên geştuguzariyan werbigrin.

Herwaha em hêvî xwazim ku geştiyarên biyanî jî li derveyê Kurdistan û Iraqê, bikaribin werin û serdana vî cîhî bikin û me helmeteke mezintir destpê kiriye bo balkêşandina geştiyarên biyaniyan ji bo ku serdana Kurdistanê bikin bi rêya çêkirin rê û ban û hatûçûn û hêsankarî kirina bo hatina xelk ê bi rêya balafirxaneyan. Hêvîdar im ku ji bilî kêfa xelkê ji van deran, em jî dîroka xwe bi biyaniyan bidin nasîn, da ku miletê me nas bikin û hay ji têkoşîn, fedekarî û hêviyên me yên pêşerojê hebin.

Spasiya we hemûyan dikim ji bo hebûna we û serkeftin û bexteweriya Kurdistana me her avedan be.

 

Basnews

Top