• Saturday, 21 December 2024
logo

Iraq û Amerîka daxwaza çareserkirina arêşeya kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin

Gulan Media October 4, 2024 Nûçe
Iraq û Amerîka daxwaza çareserkirina arêşeya kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê di çarçoveya civîna wezarî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Amerîkayê de bi Balyoz John Bass û Balyoz Jaffery Bite yê Berpirsê Karûbarên Enerjiyê re daxwaza çareserkirina arêşeya kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dikin.

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên îro (Pêncşem, 03.10.2024) bi Balyoz John Bass û Balyoz Jaffery Bite ê Berpirsê Karûbarên Enerjiyê re civiya û danûstandinan li ser alîkariyên di warê enerjiyê de û piştrastbûna ji çareserkirina duberekiyên girêdayî hinardekirina petrolê û herwesa piştrastbûna ji hinardekirina petrola Iraqê û kendavî bi rêya parastina rêyan kirin. Ew jî di çarçoveya civîna wezarî ya Hevpeymaiya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de ku li Waşintonê bi rê ve çû.

Di wê civînê de danûstandin li ser mukomkirina alîkariyên hevpar di warên enerjî û petrol û aborê de û bi berdewamiya bizavên diplomasî ji bo parastina seqamgirî û ewlehiya Iraqê hatin kirin. Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya parastina rêyên deryayî kir, ji bo misogerkirina hinardekirina petrola Iraqê û kendavî bi rêya parastina wan rêyên avî.

Her di wê civînê de, tekez li ser berdewamiya diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê û kompaniyên petrolê jî hat kirin, ku li Herêma Kurdistanê ji bo piştrastbûna ji çareserkirina duberekiyên girêdayî hinardekirina petrolê kar dikin.

Herwesa danûstandin li ser rewşa ewlehiya deverê û rengvedanên aloziyan û bandorên li ser çavkaniyên enerjiyê û petrolê jî hatin kirin.

Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya alîkariyên navbera Amerîka û Iraqê jî kir, ji bo pişrastbûna ji wê yekê ku Iraq ber bi çi aloziyên deverê ve neçe û herwesa karkirina ji bo çareserkirina wan astengên ku ji ber aloziyên deverê çê bûne.

Balyoz Bass jî ji aliyê xwe ve pêşwaziya tevlîbûna Iraqê di civîna wezarî ya Hevpeymaniya Navdewletî de kir.

 

Basnews

Top