• Friday, 27 September 2024
logo

Bizavên hevgirtina partiyên Davutoglu û Babacan bi ser neketin

Gulan Media September 27, 2024 Nûçe
Bizavên hevgirtina partiyên Davutoglu û Babacan bi ser neketin

Danûstandinên hevgirtina partiyên Davutoglu û Babacan ji ber redkirina wê hevgirtinê ji aliyê partiya Babacan ve şkestin anî. Herwesa Serokê Senterê Taskê yê Lêkolînên Stratejîk amajeyê dide, “Roja siyasî ya Davutoglu û Babacan li Tirkiyeyê ber bi avabûnê ve ye.”

Biryar bû di vê heftiyê de careke din Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û Serokê Partiya Demokratî û Pêşkeftinê Ali Babacan ji bo hevgirtina partiyên xwe bicivin lê çavkaniyan ji partiya Babacan amaje da, “Babacan li şeva Sêşem li ser Çarşemê peywendî bi Davutoglu kiriye û jê re ragehandiye ku, civata partiya wî bi wê hevgirtinê razî nebûye.”

Davutoglu pêştir gotibû ku armanca wî ew e “piştevaniyeke nû” çê bike, ku Tirkiyeyê pêdivîtiyeke zêde pê heye. Ji bo vê meremê jî kar li ser hevgirtina partiya xwe û partiya Babacan dike û amadebûna xwe jî diyar kiriye ku, pêxemetî bicihanîna wê armancê destan ji postê serokê partiya nû berde.

Davutoglu nîgeraniya xwe ji bo şkestina bizavên hevgirtina partiya xwe û partiya Babacan diyar kir û ragehand, “Bi her du partiyan me dikarî li Perlemana Tirkiyeyê bûban komeke 25 perlemanterî û bi vê jî me dikarî hevsengî guhertiba, xasma jî eger her du partiyên Seade û Refaya Nû û hin perlemanterên bêalî hatiban pal wê partiya nû û pêkve firaksiyoneke 50 perlemanterî pêk anîba.”

Davutoglu amaje jî da, “Tirkiyeyê pêdivîtî bi opozisyoneke çep a demokrasî sosyalîstî nîne ji ber ku ew opozisyon li meydanê heye û ew bi xwe di nav desthilatê de ye, lê gelê konservator û demokrasî yê Tirkiyeyê bê dudilî pabendî nirxên xwe ye û pêdivîtî bi komkirina hemî nirxên xwe û demokrasiyê û lîbraliyê heye.”

Babacan û Davutoglu li roja Pêncşemê, 19.09.2024, li ser bizavên xwe yên ji bo hevgirtina partiyên xwe civiyan, li roja Sêşemê, 24.09.2024, jî careke din ji bo eynî meremê civiyan. Civîna wan girêdayî çarekirina xalên duberekiyê yên her du aliyan bû, li ser wê yekê ka kê serkirdetiya partiya hevgirtî kiriba û kî ji bo serokatiya hilbijartinên bên yên Tirkiyeyê kandîdê wê partiyên ba.

 

 

Top