• Friday, 27 September 2024
logo

Umêd Xoşnaw: Nabe ew Deste û Partî bimîne ku rê nade Koyê jî avadan bibe

Gulan Media September 27, 2024 Nûçe
Umêd Xoşnaw: Nabe ew Deste û Partî bimîne ku rê nade Koyê jî avadan bibe

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê dide, ewên ku bi yek çavî temaşeyî Sînorê parêzgeha Hewlêrî kirine û ti cudahiyek di nav qeza û nahiyeyên Hewlêrê de nekirine, ewê ku cudahî avakirinye astengiyên hizbî bû ye.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji BasNewsê te ragehand: “"Biryara Serokwezîr ya qeza kirina Teqteqê, biryara dualîkirina rêya Hewlêr-Koyê û biryara zêdekirina xizmetguzariyê ji bo Koyê, hêviyek ji bo xelkê Koyê anî."

Herwaha got, “Divê ew Desteya hizbîyê ku rê li avakirina Koyê girtiye ji holê bê rakirin. Mixabin Koye ji aliyê desteyekî hizbekî ve dîl hatiye girtin û destûr nehatiye dayîn ku xizmet bê kirin, lê divê êdî Koye weke rehîn neyê dîtin.”

Xoşnaw aşkera kir: “Hêvî bo xelkê Koyê vegeriyaye û Serokwezîr soza projeyên girîng daye xelkê bajarê Koye.”

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat, ku roja çarşemê 25.09.2024, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana bajarê Koyê kir û li wir zengila destpêkirina sala nû ya xwendinê li dibistaneke wî bajarî lê da û di gotarekî de ragehand ku di van çend rojan de projeya 2 alîkirina-2 Şerîdiya rêya Koye – Hewlêr dest pê bike û nahiyeya Teqteq jî dibe qeza.

 

Basnews

Top