• Friday, 27 September 2024
logo

Li Sûdanê ji ber şewba kolerayê zêdetir ji 500 kesî mirin

Gulan Media September 27, 2024 Nûçe
Li Sûdanê ji ber şewba kolerayê zêdetir ji 500 kesî mirin

Di daxuyaniya Wezareta Tendurustiyê ya Sûdanê de hat ragehandin, li wî welatî hejmara pêketiyên kolerayê gehiştine 15 hezar û 577 kesan.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin, ku ji ber sedema kolerayê hejmara kesên canê xwe ji dest dane jî, gehiştiye 506 kesan.

Li Sûdanê di meha Hezîranê hata niha barîna barana tund û lehiyan, rê li belavbûna şewba Kolerayê re vekir. Karbidestên Sûdanî jî, di meha Tebaxê de kolera weke şewb ragehandin.

Di demên ku li Sûdanê şer dewam dike de, sîstema tendurustiyê baş kar nake, ji ber wê jî nexwaşiyên şewbê belav bûye û li wî welatî jiyan zehmet kiriye.

 

Basnews

Top