• Friday, 27 September 2024
logo

Duyemîn Festîvala Şanoya Kolana Zabê li Pîranşarê tê lidarxistin

Gulan Media September 26, 2024 Hunerî
Duyemîn Festîvala Şanoya Kolana Zabê li Pîranşarê tê lidarxistin

 Duyemîn Festîvala Şanoya Ser Kolana Zabê li bajarê Pîranşarê yê parêzgeha Urmiyê dest pê kir û dê sê rojan bidome. Di festîvalê de 9 komên hunerî yên Kurd û Azerî ji bajarên cuda yên parêzgeha Urmiyê beşdar in.

Rêvebirê Duyemîn Festîvala Şanoya Kolana Zabê Mihemed Xîred got: “Berî du mehan me ji bo pêşbirka vê festîvalê dest bi kar kir û 22 berhem hatin şandin. Lê jûriyê ji bo beşa pêşbirkê ya festîvalê ku dê sê rojan berdewam bike, neh berhemên baş ên şanoyê hilbijartin.”


70 hunermend ji her du neteweyên Kurd û Azerî pêkhateyên sereke yên parêzgeha Urmiyê di festîvalê de beşdar dibin. Şanoyên beşdar dê li çend cihên cuda yên bajarê Pîranşarê bên lîstin. Her şanoyek dê di sê rojên festîvalê de, çendîn car bên lîstin.

Li gorî bernameya festîvalê, komên serketî dê di dawiya roja sêyemîn a çalakiyan de, ji aliyê jûriyê ve bên xelatkirin.

Lîstikvanê Koma Şanoya Hunerî ya Bokanê Saman Babakî dibêje: Cihê şanaziyê ku ji bo cara duyemîn beşdarî Şanoya Kolana Pîranşarê dibim. Par em bi şanoya Piyanoyê beşdar bûn û xelata festîvalê girt. Îsal jî em bi lîstika "Post Code" beşdar bûne.”


Derhêner û Serokê Encûmena Şanoya Tîkabê, Eyub Efşarnejad jî dibêje: Em bi şanoya Jiyan beşdarî duyemîn Festîvala Şanoya Kolana Zabê dibin.”

Festîvala Şanoya Kolana Zabê tenê li parêzgeha Urmiyê tê lidarxistin. Rêkxerên festîvalê hewl didin di salên pêş de festîvala bikin herêmî, da ku hunermendên parêzgehên din ên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî çalakiyên festîvalê bibin.

 

K24

Top