• Friday, 27 September 2024
logo

Eşîr pev çûn: 25 kes hatin kuştin

Gulan Media September 26, 2024 Nûçe
Eşîr pev çûn: 25 kes hatin kuştin

Li eyaleta Xeyber Patunxwayê ya Pakistanê di pevçûnên navbera eşîrên Sunî-Şîe de herî kêm 25 kes hatin kuştin.

Li eyaleta Xeyber Patunxwayê ya Pakistanê 20ê Îona 2024an di navbera eşîrên Sunî-Şîe de pevçûnê dest pê kiribû.

Berdevkê Eyaleta Xeyber Patunxwayê Saîf Elî derbarê pevçûnan daxuyanî da.

Saîf Elî destnîşan kir ku hewl didin ku aloziya li herêmê kêm bikin û lihevnekirina heyî çareser bikin.

Saîf Elî her wiha da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 25 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

 

Rudaw

Top