• Friday, 27 September 2024
logo

Patrick Durell: Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng in

Gulan Media September 26, 2024 Nûçe
Patrick Durell: Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng in

Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durell diyar kir, “Hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng in.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durell qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku di civînê de mijarê wekî “pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê” hatine nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, “Her du alî hevra bûn ku firset heye pêwendiyên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re bi taybetî jî pêwendiyên aborî û bazirganiyê bi pêş bikevin.”

“Hilbijartin gelekî girîng in”

Patrick Durell daye zanîn, “Ev hilbijartin ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng” in û hêvî kiriye, “Bila dema propagandayê aram û pêvajoya dengdanê jî serkeftî be.”

Her wiha “rûdanên dawiyê yên li herêmê” jî mijareke din a civîna Barzanî û Durell bû.

Hilbijartinên dewreya 6an ên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn bên kirin.

Propagandaya hilbijartinan doh (25ê Îlonê) dest pê kir û dê heta 15ê Çiriya Pêşîn berdewam bike.

Top