• Friday, 27 September 2024
logo

Encûmena Wezîran: Serjimêriya giştî şûna ti rêkarên destûrî yên madeya 140 nagire

Gulan Media September 26, 2024 Nûçe
Encûmena Wezîran: Serjimêriya giştî şûna ti rêkarên destûrî yên madeya 140 nagire

Encûmena Wezîran ragihand: “Em piştgirîya serjimêriya giştî dikin, lê nabe ev serjimêrî ji bo ti armanceke siyasî were bikaranîn û nabe cîgirê ti rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 de hatine diyarkirin.”

Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro 25ê Îlonê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanê civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi salvegera referandumê kir û weke proseyeke demokratîk bi nav kir û bi vê boneyê pîrozbahî li gelê Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya destûpêkirina bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tekez kir ku pêwîst e di çarçoveya rênimayan de, kampanyayeke aram, şaristanî û serbixwe bê kirin. Herwiha Serokwezîr hêvî xwest ku encamên hilbijartinan xizmeta destkeft û mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê bikin û demokrasî zêdetir pêş bikeve.

Yekem xala civînê taybet bû bi gengeşekirina pirsa (karmendên girêbest û sê yekemên derçûyên zanîngeh û peymangehên Herêmê û xwediyên bawernameyên bilind û ewên ku yasaya pilebilindkirina pisporên tendirustî û bijîşkî lixwe digirin). Her ji bo vê mebestê, Serokê Encûmena Giştî ya xizmetguzarî Sirac Barzanî û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm hûrgilîyên vê babetê bi zanyarî û hijmarên pêwîst û çarçoweya yasayî û darayî ya vê pirsê pêşkêş kirin. Herwiha amaje bi rola girîng a karmendên bi peyman di nav saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê de kir ku salên dirêj kar kirine û hin ji wan jî erkên rêveberiyê werdigirin. Herwiha amaje bi rewatiya daxwaza wan bo daîmîbûnê li ser mîlaka giştî hate kirin, nemaze ji ber ku ew hemû bi biyometrîkî hatine tomarkirin, hejmarên wan ên kar hene û lîsteyên mûçeyên wan û dabeşkirina mehane ji aliyê hikûmeta federal ve hatine pejirandin.

Derbarê beşên din ên wekî sê yekemên zanîngeh û peymangehên giştî û xwediyên bawernameyên bilind ên bêkar û yên ku di bin qanûna pilebendî bijîşkî de ne, amaje bi wê hate kirin ku hevpîşeyên wan ên di hikûmeta federal de bi yasaya taybet derfeta tayînkirina wan hat peydakirin ku pêwîst e ewên li Herêma Kurdistanê jî bi heman wek hevpêşeyên xwe li hikûmeta federal li gorî heman yasayê riftar bi wan re bê kirin. Her ji bo vê mebestê jî erkê hikûmeta federalî ye ku di çarçoveya xişteya mîlaka sala 2025an de, postên pêwîst û dabînkirina darayî ji wan re pêşkêş bike, bi berçavgirtina prensîpa wekheviyê ya di navbera Herêm û Bexdayê de dadgeha federalî tekezî lê kiriye. Bi taybetî di vê yasayê de ku peywendiya darayî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gihîştine asteke bilind ji bo yekkirina rêkarên darayî û yekkirina mafên darayî, mûçe û derfetên kar ji bo hemû tevahiya Iraqê û Herêma Kurdistanê jî di nav de.

Encûmena Wezîran piştî guftûgo û danûstandinan, wek prensîp, pirsa babeta daîmîkirina karmendên bi peyman, bi heman merc, mekanîzm û rêkarên ku hikûmeta federal di vî warî de peyrew dike û li gorî pêwîstî û taybetmendiyên saziyên Herêma Kurdistanê pesend kir. Ji bo vê mebestê, Wezareta Darayî û Aborî û Encûmena Giştî ya Xizmetan a Herêma Kurdistanê hatin raspardin ku bi hevahengî ligel Wezareta Darayî ya Iraqa Federal û di çarçoveya heman dabeşkirina mûçeyên karmendên girêbestî yên ku mehane ji aliyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê ve tê dayîn, tedbîrên pêwîst bigirin.

Derbarê her sê yekemên zanîngeh û peymangehan, xwediyên bawernameyên bilind ên bêkar û ewên ku yasaya bijîşkî ya Herêma Kurdistanê wan lixwe nagire de, Encûmena Wezîran tekez kir ku divê hikûmeta federal postên pêwîst û terxankirina darayî ya pêwîst dabîn bike, li gorî yasayên ku hevpîşeyên wan ên di hikûmeta federal de hatine damezrandin, bi heman mekanîzma, rêkar û şert û mercên heyî û li gorî pêwîstiyên wezaret û saziyên Herêmê, ew jî di çarçoveya xişteya mîlaka Herêmê bo sala darayî 2025an de, ku mixabin ji sala 2013an ve ti pileyên wezîfî yên nû ji bo Herêma Kurdistanê nehatine çêkirin û zêdetirî 10 salan e ti guhertin bi ser de nehatiye kirin. Ji bo vê yekê jî Wezareta Darayî û Aborî û Encûmena Giştî ya Xizmetan li Herêma Kurdistanê hatin raspardin ku bi hevahengiya Wezareta Darayî ya Federal û Encûmena Giştî Xizmetan tedbîrên pêwîst bigirin.

Di xala duyem de, pêşhatên dawî yên girêdayî serjimêriya giştî ya nişteciyên Iraqê ku biryar e di 20 Mijdara îsal de bê kirin, hat pêşkêşkirin.

Wezîrê Plandananê Dara Reşîd û Serokê Desteya Navçeuên Kurdistanî yên Derveyî Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan amaje bi amadekariyên dawî yên serjimêriyê kirin û têbînî, nîgeranî û metirsiyên xwe yên derbarê şêwaz û armanca proseyê de anîn ziman.

Piştî gotûbêj û danûstandinan, Encûmena Wezîran tekez kir ku ew ne li dijî pêkanîna serjimêriya giştî ne, lê nabe ev serjimêrî ji bo ti armanceke siyasî were bikaranîn û nabe şûna ti rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 a destûrê de hatine diyarkirin, bigire. Ji bo vê yekê jî Wezareta Plandananê û Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatin raspardin ku têbînî, nîgeranî, pêşniyar û rasperdeyên Herêma Kurdistanê bigihînin aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal.

 

 

K24

Top