Jineka Emrîkî xwe li Eynkawa (nêzîkî Hewlêrê) xeniqand
Li gor malpera rojnama Rûdaw, Ncella Down Marin (33), ku bi eslê xwe Emrîkî ye û bi kompaniya ISG li Herêma Kurdistanê kar dikir, roja 18.06.2011 di nivîsîngeha hevpeymana yasayî ya Iraqî li devera Eynkawa xwe bi wîrê elektrîkê xeniqand.
Rêveberê Peymangeha Pizîşkiya Dadwerî ya Kurdistanê Dr. Yasîn Kerîm ji Rûdawê re ragehand, ji têstkirina pizîşkê dadwerî derketiye ku Ncella xwe xeniqandiye: “Vê jina Emrîkî xwe bi têlên elektrîkê xeniqandiye, çimkî şûna xeniqînê bi milê wê ve pir kûr bûye û derketiye têl hatiye bikaranîn.”
Li gor gotina Rêveberê Peymangeha Pizîşkiya Dadwerî ya Kurdistanê Dr. Yasîn Kerîm, laşê wê jina Amerîkî hemû tattoo bû û gelek wêneyên balkêş li ser laşê xwe resimandibûn: “Têstan derxistiye di wê demê de bandora madeyên hişber û alkoholîkan li ser nebûye, lê derketiye ku hêzeke derveyî bandor li ser milê wê kiriye û ew xeniqandiye, bi xwe jî ev karê han kiriye.”
Musa Yehya (35), li bajarokê Eynkawa dikandar e. Dikana wî ji wî cihê ku jina Amerîkî xwe tê de xeniqand nêzîk e, got: “Xaniyê ku jinê xwe tê de xeniqand nivîsîngeha hevpeymana yasayî ya Iraqî ye, lê piştî bûyerê nivîsîngeh nehatiye vekirin.”