• Sunday, 01 September 2024
logo

APIKUR: Ji bo hinartina petrola Kurdistanê heta niha lihevkirinek çênebûye

Gulan Media September 1, 2024 Nûçe
APIKUR: Ji bo hinartina petrola Kurdistanê heta niha lihevkirinek çênebûye

 Berdevkê APIKURê Myles Caggins ragihand ku heta niha lihevkirinek ji bo çalakkirina boriya Ceyhanê û hinartina petrola Kurdistanê ya ji bo bazarên cîhanê nehatiye kirin.

Myles B. Caggins herwiha got ku ji ber rawestandina hinartina petrola Kurdistanê heta niha nêzîkî 19 milyar dolar zerer bûye.

Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Myles Cagginsê bû mêvanê bultena Rûdawê û derbarê rewşa dawî ya hinartina petrola Kurdistanê agahî dan.

Berdevkê APIKURê ku ji 8 kompanyayên hilberîna petrolê pêk tê wiha got:

“Heya niha ti rêkeftinek li ser dîsa destpêkirina hinartina petrolê ya bi rêya boriya Îraqê re nîne.

Pêwendî û gotûbêjên me yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî re hene û armanca me ew e ku di zûtirîn demê de hinartina petrolê dîsa dest pê bike.”

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîlên petrol bi rêya wê xetê hinarde dikir.

Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.

Li gorî Myles B. Caggins, bi giştî zêdetirî 19 milyar dolaran zerer li xelkê Îraqê bûye.

Tevî çendîn hevdîtinên di navbera berpirsên Kurd, Îraq û Tirkiyeyê de, hîn jî hinartina petrolê dest pê nekiriye û gelek kompaniyên navdewletî hilberîna petrolê rawestandine.

Bexda, Hewlêr û kompanyayên navneteweyî yên petrolê 9ê Hezîranê li Bexdayê ji bo rakirina hemû astengiyên mayî civînek li dar xist lê piştî civînê ti daxuyaniya hevbeş nehat dayîn.

“Divê dana pereyan bibe garantî”

Caggins got ku endamên APIKUR dixwazin li ser guhertinên xalên peymanan gotûbêjan bikin û divê dana pereyên paşerojê yên li gorî demên berê garantî bibe.

Caggins amaje bi wê yekê jî kir ku ew ji bo dana pereyan garantiyê dixwazin û her guhertinek di girêbestan de divê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ve were qebûlkirin.

“Bila Bexda serkêşiyê bike”

Berdevkê APIKUrê da zanî ku hilberînerên petrolê dixwazin ku Bexda serkêşiya çareserkirina rewşê bike û got:

“Tişta ku em ji Bexdayê dixwazin ew e ku serkêşiyê ji bo çareseriya pirsê bike.

Em dixwazin ku Serokwezîr Sûdanî sozên ku li hevdîtina bi Serok Bîden re li Qesra Spî dabû, pêk bîne”

 

Rudaw

Top