• Sunday, 01 September 2024
logo

Yaşar Guler daxuyaniyên Beşar Esed bi "erênî" binav dike

Gulan Media September 1, 2024 Nûçe
Yaşar Guler daxuyaniyên Beşar Esed bi

Tirkiye daxuyaniyên dawî yên Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed bi erên pêşwazî dike û dixwaze êdî vegerin rojeva xwe ya asayî.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ji rojnameyeke Tirkiyeyê re axivî û got, ew daxuyaniyên dawî yên Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed erênî dibînin û bi qasî diyar dibe, Esed girîngiya banga Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibîne ku ev yek cihê dilxweşiyê ye.

Guler got, ew dixwazin rewşa aloz ya di navbera aliyan de gavekê zûtir bidawî bibe û her du welat vegerin karên xwe yên asayî ku di berjewendiya her du welatan de ye.

Guler her wiha got, di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de pirsgirêkek ku neyê çareserkirin nîne. Dema kêşe hatin çareserkirin, her du welatên cîran bi awayekî asayî dikarin di karên xwe yên asayî de berdewam bin.

Ev daxuyaniya Guler piştî wê tê, Serokê Sûriyeyê roja 25ê Tebaxê di axaftina xwe ya li pêşiya Parlamentoya Sûriyeyê de tekez kir ku “her pêvajoyeke danûstandinê ya bi Tirkiyeyê re, pêwîstiya wê bi lêvegerekê heye ta ku xwe biser bikeve.”

Herwiha Esed tekezî li ser helwêstên xwe yên berê kir bi “pêwîstiya derketina Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê ya ku di bin destê wê de ye û pêwîstiya rawestandina piştgiriya wê ji terorê re”.

 

K24

Top