• Sunday, 01 September 2024
logo

Li Pakîstanê ji ber baranên tund û lehiyan 20 kes mirin

Gulan Media September 1, 2024 Nûçe
Li Pakîstanê ji ber baranên tund û lehiyan 20 kes mirin

Li hindek eyaletên Pakîstanê di nava 24 demjimêran de ji ber baran û lehiyan herîkêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniya Saziya Rêveberiya Afatê a Netewî ya Pakîstanê (NDMA)de hat ragehandin, li eyaletên Belûcîstan, Pencap, Sînd, Azad Keşmîr û Hayber-Pahtuhva, baranên Muson bi bandor bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin ku ji ber baranên zêde û lehiyan di 24 demjimêrên dawî de herîkêm 20 kes mirine û 47 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin ku bi sedan gund di bin avan de mane, taybetî jî li herêma peravê a Sîndê, ji ber zêdebûna baranên tund ku tên berdewar kirin, hişyarî hatin dayîn.

Herwaha hat ragehandin, ji meha Tîrmehê heta naha ji ber baran û lehiyên zêde, 145 jê zarok, herîkêm 285 kesan jiyana xwe ji dest dane, 195 jê zarok, 529 kes birîndar bûne. Herwaha hat diyar kirin, ji meha Tîrmehê hata niha 1924rê wê bi temamî, 19 hezar û 516 malan xisar dîtine.

Li gelek bajarên Pakîstanê her sal di mehên Tîrmeh û Îlonê de ji ber baranên Muson, li wî welatî bi hezaran kes jiyana xwe ji dest didin û di asteke herî jor de ziyanên madî pêk tên.

 

Basnews

Top