• Sunday, 01 September 2024
logo

Berpirsekî Amerîkî: Hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişin

Gulan Media September 1, 2024 Nûçe
Berpirsekî Amerîkî: Hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişin

Alîkarê Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Nêzîk û Berpirsê Dosyeya Sûriyeyê li Wezareta Derve ya Amerîkayê, Ethan Goldrich tekez kir, hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê venakişin û red kir ku ti planên rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden ji bo vekişîna wan hebe.

Goldrich beriya ku dest ji postê xwe berde, di hevpeyvîneke taybet de bi rojnameya “El-Şerq El-Ewset” re got: “Amerîka pabendî hevkariyên xwe yên bi hêzên xwecihî yên Sûriyeyê re ye.”

Herwiha got: “Niha bala me li ser wê armancê ye, ku rê li ber derketina DAIŞê bê girtin, ji ber ku ew li welatê me û welatên din metirsiyek e.”

Derbarê asayîkirina pêwendiyan bi rêjîma Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re, Goldrich tekez kir, Amerîka peywendiyên xwe bi rêjîma Sûriyê re asayî nake heta ku “pêşketineke jidil û mayinde di armancên biryara 2254 de pêk neyê.”

Herwiha bal kişand ser wê yekê, welatên ku pêwendî bi Esed re asayî kirine, divê van peywendiyan bikar bînin, da ku di çarçoveya biryara navdewletî de ber bi armancên hevbeş ên navdewletî ve biçin.

Derbarê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji gelê Sûriyeyê re, Goldrich got: Em pabend in bi rola ku em alîkariyên mirovî û pereyên ku li Brukselê soza wan hatiye dayîn, ji gelê Sûriyeyê re dabîn bikin.”

Da zanîn jî: “Me di buharê de soz da em 593 milyon dolar dabîn bikin. Ji destpêka şer û pevçûnan ve, me 18 milyar dolar ji bo alîkarîkirina Sûriyên li hundirê Sûriyeyê û alîkariya penaberên li welatên cîran pêşkêş kirine.”

 

 

K24

Top