• Sunday, 01 September 2024
logo

Di 6 mehan de li Iraqê 618 dosyayên bêserûşûnbûnê hatine tomarkirin

Gulan Media August 31, 2024 Nûçe
Di 6 mehan de li Iraqê 618 dosyayên bêserûşûnbûnê hatine tomarkirin

Ji ber şer û milmilaneyên çekdarî li Iraqê çarenivîsa sedan kesan nediyare û rêxistina navnetewî ya Xaça Sor li Iraqê jî ragehand, di 6 mehên îsal de 618 kesên nû bêserûşûnbûna wan hatiye tomarkirin.

Îro 30.08.2024ê rêxistina navnetewî ya Xaça Sor li Iraqê ragehand, roja cîhanî ya bêserûşûnbûyan de hîn gelek kes li Iraqê ji ber milmilaneyên çekdarî çarenivîsa wan nediyare, di 6 mehên yekem ên îsal de 618 kes bêserûşûnbûyên nû hatine tomarkirin, çarenivîsa 208 kesan hatiye ronî kirin û aşkera bûye.

Heman rêxistinê ragehand, sala borî de 1500 dosyayên ji bo dîtin û li dû geryana bêserûşûna geheştiye wan û di vê heyamê de çarenivîsa 361 kesan hatiye ronîkirin.  

 

Basnews

Top