• Saturday, 23 November 2024
logo

Keçeka 14 salî li Pênciwînê di rewşeke nediyar de xwe kuşt

Gulan Media January 18, 2011 Civakî
Keçeka 14 salî li Pênciwînê di rewşeke nediyar de xwe kuşt
Roja şemiyê rêkeftî 16-1-2011ê li gundekê ser bi qezaya Pêncwînê a Silêmaniyê di rewşeke nediyar de keçeke xwendekar a 14 salî xwe kuşt. Paşê cenazeyê wê ji bo lêkolînê ji nexweşxaneya Giştî a Şehîdanê a qezayê û paşê jî ji Silêmaniyê re hate rêkirin.

Di vê mijarê de rêvebirê polîsê Pêncwînê Hîwa Sidîq Mihemed ragihand, piştî ku em hatin agahdarkirin, derhal em gihîştin cihê bûyerê û got: “Ew keç ku 14 salî ye, di mala xwe de bi gulleya tapirê hatiye kuştin û derhal jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wê destpêkê ji nexweşxaneya Giştî a Pêncwînê û paşê jî ji Silêmaniyê re hate rêkirin.”

Mihemed her wiha got: “Li gor îfadeyên dayîk û bavên wê keçikê, wê bi xwe xwe kuştiye, lê belê di encama lêkolînên destpêkê de guman li întîhara wê tê kirin.” PUKmedia
Top