Gelo ajovaniya jinan pêdiviya rojane ye yan çavlêkirin e?
Şênê Namiq karmende li wezareta abûrî û diravî, derbarî ajovaniya jinan dibêje: berê dema jinekê tirombêlek li kolanekê yan cadekê ajotiba pir bi çavek sersurman lê dihat temaşekirin û her wek wê jinê karekê pir xerab kiribe û dikete ber henek û suhbetên devê xelkê û ajovanên mêr, lê niha ji ber ew guhartinên ji aliyê abûrî civakî ve bi ser jiyana me de hatine, weha bûye ku xelik jî vê yekê bi tiştek normal bizane.
Erê gelo niha ajovanî di nav jinan de çavlêkirin e yan ji ber pêdiviyatiya wan e?
Pir caran pêdiviyên jiyanê wek çavlêkirin tên temaşekirin lê bi xwe ajovaniya jinan pêdiviyek giring e ji bo jinan, jin li mal mijolî karê malê ye eger wê jinê tirombêl nebe bi dewama xwe re nagehe, herweha Sacida çalakvana biwarê mafê jinan amaje da wê yekê ku: îro tirombêl bûye pêdiviyatiyek jiyanê, lê cihê daxêye beşek pir ji jinan wek çavlêkirin tirombêlê dajon û ne gelek pêdivîn e, gelek caran min ji hinek jinan pirsî ye, te bo çi ev tirombêle kirî ye? di bersivê de wê jinê gotî ye ma ez ji filan jinê kêm tirim, heku filan û filanê heye bila min jî hebe ma ez çi ji wan jina kêm tir im ew ên ajovaniyê dikin, helbet ev yek pirsan dirust dike çima jin wek çavlêkirin ajovaniyê dike, eger wê jinê pêdivî pê nebe bila tirombêlê nekir e, rast e tirombêl mafê jin û mêran e bi wekhevî, lê eger pêdivî pê ne be ma ji bo çiye!.
Mamoste Karwan Se'îd dibêje: çawaniya hizirkirina jinan ew e ku hest dikin gerek e di pir tiştan de ne wek mêran bin nexasime di ajovaniyê jî de bê şiyan û bê hêziya xwe nîşan didin, ji xwe mêran negotiye wehabin, ev yek dike ku mêr ji ajovanên jin bitirsin, di xêzana me de hindî ku ez hevkarî jinan dibim û fêrdikim tu birayên min wenakin.
Şino mewludî 28 saliye, û perstar e dibêje: eger jinê tirombêl hebe ew karên berê mêrê wê encam didan êdî ew bi xwe wê encam bide, wate dê hevkara mêrê xwe be û dê giraniya karê xwe li ser milên mêrê xwe kêm bike.
Hawnaz Omêd ku bermalî ye û kirîna tirombêlê ji wê re daxaza mêrê wê bû, daku bikare pişta xwe bi xwe gerim bike û nemîne li benda mêrê xwe heta karekî jê re bike, herçende vê xanimê ji aliyê abûrî ve tu çavkanî tuneye û gerek e mêrê wê xerciyê lê bike, lê ji aliyekê din ve mêrê wê dizane ku xema karê malê jê ve dibe û demek baştir li cem wan dirust dibe.
Vekolerên civakê rijdin li ser wê yekê ku peywendiyên hevjînî li ser çend binemayên evînî tên avakirin, ne li ser binemayên maddî, di vî biwarî de Newzad Ebobekir wek vekolerekî civakî xwandinekê ji bo vê mijarê dike û dibêje: xuzayê jinan birengekiye ku xwasteka wan li ser wan tiştên di nava civakê de heye, bitaybet li ser wan tiştên ku li cem jinan tê pejirandin, pir ji jinan hez dikin ew tişt hebin yên li cem xelkê tune bin, min ji hinek keçan guhlê buye ku tenê wek hez tirombêl kirîne û rûxseta ajovanî derxistin e, eger xwe ji aliyê abûrî jî be wan şiyana dabîn kirina xerciya tirombêlê jî tune ye û herweha nikarin baş tirombêlê bajon, lê ji bilî vê yekê tirombêl pêdiviyek pir giring e ji bo her kesî, niha wek yek ji pêdiviyên serekî yên jiyanê lêhatiye, lê gerek e nebe karek çavlêkirin.