• Friday, 17 May 2024
logo

Li Kurdistanê hatibû dîtin: Netflix dîmenên Neanderthalan belav dike

Li Kurdistanê hatibû dîtin: Netflix dîmenên Neanderthalan belav dike

Netflix dîmenên skeletê herî saxlem ê Neanderthalan belav dike ku li Şikefta Şanederê ya li herêma Barzanê ya Hewlêrê hatibû dîtin.

Skeletê ku “Shanidar Z” lê hatibû kirin di belgefîlma bi navê “Razên Neanderthalan” de bi dîmenên 3D tê nîşandan.

Lêkolerên ji zanîngehên Cambridge û Soranê sala 2015an li Şikefta Şanederê skeletekî Neanderthalan dîtibû.

Piştre hatibû tesbîtkirin ku skeletê Neanderthalan ê ku li cîhanê herî baş hatiye parastin ev e.

Paleoantropolog Dr. Emma Pomeroyê gotibû:

“Me li vê derê qoqekî seriyan ê Neanderthalan dît.

Ez hêvîdar im em karibin vî skeletî careke din dîzayn bikin.”

Dr. Emma Pomeroyê niha jî ragihand ku wan modela vî qoqê seriyan a 3D amade kiriye û dê di Netflixê de wekî belgefîlm were belavkirin.

Promiyera belgefîlma Razên Neanderthalan (Secrets of the Neanderthals) îro li ser platforma Netflixê hat belavkirin.

Derhênerê belgefîlmê Ashley Gething e.

Ashley Gething bi filêm navdar ên wekî “The Greatest Game, A World in Arms, As It Happened: Pearl Harbor” tê naskirin.

Dîmenên Razên Neanderthalan li Herêma Kurdistanê, Xirwatistan, Fransa û Gibraltarê hatine girtin.

Neanderthal beriya niha bi 40 hezar salî ji holê rabûne û jêrsaxekî mirovên Arkaik in.

Belgefîlm behsa sedemên nemana Neanderthalan û sirên li ser jiyana wan dike û herwiha nihek xeletiyên berbelav ên di heqê wan de rast dike.

Gabriel Andreu û Ibbi El Hani rolên “Neanderthalê Kal” û “Neanderthala Ciwan” dilîzin û ev jî vegotina çîrokê xurttir dike.

75 hezar sal berê jiyaye

Li hêla din, Dr. Emma Pomeroyê da zanîn ku ew qoqê seriyan ê jinekê ye ku dema di salên xwe yên 40î de ye miriye û 75 hezar sal berê jiyaye.

Graeme Barkerê ku li Zanîngeha Cambridgeyê profesor e li ser vê dîzaynê got:

“Qoqê serî bi qasî pîzayekê fereh bû. Ev tiştekî newaze ye ku ev model bi rêya 3Dyê ji nû ve tê dîzaynkirin.”

Tîma Brîtanyayê destûr ji Daîreya Arkeolojiyê ya Herêma Kurdistanê xwest û li ser skelet xebitî.

Shanidar Z ji parsû, mil, pişt, diran, movik, zênî û destê çepê pêk dihat û bihevvekirina van parçeyan bi qasî salekê ajot.

Dr. Emma Pomeroyê anî zimên, ev hestî bi qasî biskewîteke ku bi avê hatiye nimandin nerm in û divê bên qewînkirin.

Cara ewil di navbera salên 1951 û 1960î de li Şikefta Şanederê bermahiyên 10 Neanderthalên jin, mêr û zarok hatibûn dîtin.

 

Rudaw

Top