• Friday, 17 May 2024
logo

Erdogan û Ozel îro dicivin: Rojeva wan çi ye?

Erdogan û Ozel îro dicivin: Rojeva wan çi ye?

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê CHPyê Ozgur Ozel îro dicivin.

Recep Tayyîp Erdogan û Ozgur Ozel îro demjimêr 16:00an li Enqereyê li Navenda Giştî ya AK Partiyê dicivin.

Di rojeva her du serokan de nivîsandina destûreke nû û çend mijarên din heye.

Ozel derbarê civînê ji medyaya Tirkiyeyê re got:

“Em dê li gel Erdogan bicivin. Em dê bibînin ka hêviya wan aloztirkirina Tirkiyeyê ye yan diyalog e.”

Erdogan jî berê ragihandibû ku dixwazin destûreke nû binivîsînin û ji mixalefetê piştgirî xwestibû.

Ozel, doh bi telefonê bi serokên berê yên CHPyê Hîkmet Çetîn, Altan Oymen, Murat Karayalçin û Kemal Kiliçdaroglu re axivî û beriya civînê pêşniyarên wan wergirtin.

Ozel herwiha pêşniyarên endamên rêveberiya CHPyê, parlamenter û şaredaran jî wergirtibûn.

 

Rudaw

Top