• Friday, 03 May 2024
logo

Rojnamevanek: Di rêkeftinên navbera Tirkiye û Iraqê de Hewlêr di kûrayiya biryaran de ye

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Rojnamevanek: Di rêkeftinên navbera Tirkiye û Iraqê de Hewlêr di kûrayiya biryaran de ye

 Rojnamevaneka kurd dibêje, derbarê serdana duh a Serokomarê Tirkiyê de hemû rêkeftinên di navbera Tirkiye û Iraqê de de Hewlêr di kûrayiya biryaran de ye.

Rojnamevan Tenya Kurdî di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Tirkiye û Iraqê gelek rêkeftin îmza kirin, lê hemû ew rêkeftinên li ser av, enerjî, bazirganî û rêya geşepêdan û ewlehiyê, çi ji esman be yan çi bejayî be, Hewlêr di kûrayiya rêkeftinan de dibe, ji ber li gor destûra esmanî be yan a erdî be, rê hemû tên dikevin nav kûrayiya biryara li Hewlêrê, ku wek tê zanîn Hewlêr ango Herêma Kurdistanê û biryarên dawî ji bo serxistin an jî şikesta her rêkeftinekî li ser Serok Barzanî û rola Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê ya xwandina li ser pêşhateyan û avakirina biryara çarenivîsaz bo paşeroja Herêma Kurdistanê, navçe û cîhanê.’’

Herwaha dibêje: ‘’Hewlêr, di kûrayiya damezrandina federasyona Iraqê de bû. Kûrayiya avadanî û pêşketina Herêma Kurdistanê û kûrayiya şikandina efsaneya DAIŞê de bû, kûrayiya aştî û rêkeftina seqamgirî û hevsengiya navçeyî de jî dibe.’’

Tenya Kurdî got: ‘’Di vê serdana Serokomarê Tirkiyê de ku ji aliyê Serokê Herêmê û Serokê Hikûmetê ve pêşwazî lê hate kirin, ji bo hevsengiya navçeyê û serxistina her rêkeftineke erênî, Hewlêr dîsa di kûrayiya biryaran de dibe.’’

 

 

Basnews

Top