• Saturday, 04 May 2024
logo

Hemas jî heşa ji Tirkiyeyê kir

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Hemas jî heşa ji Tirkiyeyê kir

Dibêje em naxwazin Tirkiye bibe navbeyinkar.

Piştî belav kirina çend nûçe û raportan ji aliyê çapemeniya Tirkiyeyê ve li dor daxwaza Hemasê ji Tirkiyeyê daku, di navbera Îsraîl û Hemasê de di şûna Misir û Qeterê bibe navbeyinkar, Hemas jî daxuyanî da û rayedar û çapemeniya Tirkiyeyê direwand.

Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kiribû ku, Serokê Basikê siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye dema hevdîtina xwe ya li gel Erdogan, daxwaz ji Erdogan kiriye daku, navbeyinkariyê bike, lê Hemas vê yekê red dike û dibêje ti daxwazeke wisa ya Hemasê tuneye û navbeyinkarên me hene ku, Misir û Qeterin û Hemas jî naxwaze ev navbeyinkar werin guhertin.

Top