• Saturday, 04 May 2024
logo

Naveroka civîna Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyê re

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Naveroka civîna Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyê re

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyê de civiyan û pê re li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi rêya danûstandinan û li ser bingeha destûrî hevnerîn bûn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tevî şandeke welatê xwe îşev 22.04.2024 demjimêr 20:30 bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hat kirin.

Paşî di civîneke hevpar de, ku hejmareke berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê tê de amade bûbûn, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên dualî û dawî guhertinên Îraq û deverê hatin kirin.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û seqamgiriya deverê û çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê bi rêya danûstandinan û li ser bingeha destûrî û herwesa berdeamîdana bi hevahengî û alîkariya hevpar di warê pêşxistina lihevguhertina bazirganî û weberhênanê de hevnerîn bûn.

Herwesa Serok Mesûd Barzanî jî îro 22.04.2024 li bajarê Hewlêrê pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û bi hev re civiyan.

Paştir Serok Mesûd Barzanî li ser tora civakî ya Xê di derheqa civîna xwe ya li gel Serokkomarê Tirkiyê de peyamek parve kir û amaje da, “Ez bi pêşwazîkirina Serokkomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

Serok Barzanî di wê peyama xwe de herwesa nivîsiye, “Me li ser rêyên berdewam ên hevahengiyê di berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê de danûstandin kirin”.

 

 

Basnews

Top