• Friday, 03 May 2024
logo

Naveroka civîna Serok Barzanî û Erdogan

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Naveroka civîna Serok Barzanî û Erdogan

Behsa civînên Erdogan yên li Bexdayê hatiye kirin.

Îşev Serok Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan kir û li gel civiya.

Di civînê de behsa naveroka serdana Erdogan û civînên wî yên li gel aliyên têkildar yên Îraqê, jihev fêmkirin û rêkeftinên navbera Îraq û Tirkiyeyê hatiye kirin û bi dîrokî, girîng û fakterên aramiya deverê hatine wesifkirin.

Her di heman civînê de tekez li ser pêşde birin û berfire kirina têkiliyên navbera Îraq û herêma Kurdistanê li gel Tirkiyeyê hatiye kirin bi armanca bihêz bûna aramiya herêmî, hevkarî û hemahengiya hevbeş di warên curbicur û kûrtir kirina bingehên cîrantî û pêşde birina têkiliyên abûrî.

Pêşhat û guhertinên dawî yên deverê jî mijarên din yên vê civînê bûne.

Top