• Thursday, 02 May 2024
logo

Rêveberiya Xweser: Karwanê yekem ê penaberên dersînorkirî gihişt Rojava

Gulan Media April 19, 2024 Nûçe
Rêveberiya Xweser: Karwanê yekem ê penaberên dersînorkirî gihişt Rojava

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku karwanê yekem ê Sûriyeyiyên ku ji Îraqê hatine derxistin, gihişt Rojavayê Kurdistanê.

Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser, li ser welatiyên Sûriyeyî yên ku ji Îraqê hatine dersînorkirin daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku li gorî biryareke Hikûmeta Federal a Îraqê, Sûriyeyiyên ku ji destpêka krîzê ve koçî Îraqê kiribû, ji wî welatî tên derxistin.

Di daxuyaniyê Rêveberiya Xweser de wiha hat gotin:

"Karwanê yekem a Sûriyeyiyan gihişt herêmê ku cih û warên wan li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de ne.

Ew derbasî herêmê hatin kirin, ji bo ku dûv re biçin herêmên xwe yên jê koçber bûne."

Rêveberiyê nûçe red kirin ku dibêjin hinek koçber ji herêmên Rêveberiya Xweser hatine derxistin.

Li gorî daxuyaniyê armanca wan nûçeyan tenê derxistina fitneyê ye. 

Rêveberiya Xweser herwiha da zanîn ku derxistina Sûriyeyiyan a ji Îraqê dê di çend rojên bê de berdewam bike.

Tevahiya wan koçberên hatine vegerandin dê li herêmên wan ên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de bên bicihkirin.

Piştî krîza sala 2011ê ya li Sûriyeyê gelek kes koçberî welatên derdorê bûn.

Hikûmeta Îraqê biryar daye ku heta Tîrmeha 2024an tevahiya kampên penaberan ên li Îraqê bên girtin.

 

Rudaw

Top