Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Bazineya Hilbijartinan û endamekî Civata Komisyona Hilbijartinan a Iraqê dike
Serok Barzanî tevî Serokê Bazina Hilbijartinan a Komisyonê û endamekî Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dicive, her du alî di çarçoveya civîna xwe de danûstandinan li ser hilbijartinên Perlamana Kurdistanê dikin.
Serok Mesûd Barzanî îro 18.04.2024, li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Bazineya Hilbijartinan a Komisyonê Dadwer Ebas Ferhan Hesen û Endamê Civata Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Dadwer Amir Mûsa Mihemed kir.
Di wê civînê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser wan pêngavan li hev guhertin ên ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê avêtine, ew pêngav jî ku pêdivî ye bên avêtin pêxemetî gerentîkirina hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf û azad in.