• Friday, 29 March 2024
logo

Çima gencên îro ji xwendinê hez nakin?

Gulan Media August 19, 2010 Civakî
Çima gencên îro ji xwendinê hez nakin?
Peyva genc ji bo qonaxeka biyologîya tije geşbûn, wize û şiyan dihê gotin. Ew çalaktirîn û baştirîn qonaxa jîyana mirov e. Ew nîşana bilindtirîn şiyana laş û hizirkirinê ye. Şiyana genc jî, şiyaneka suriştî ye.
Niha weha dihê gotin, ku gencê niha ne girêdayî xwendinê û biwarên rewşenbîrî ye û bêtir girêdayî modelan e.
Em dê bi rêya evê reportê, evê pirsê nas bikin.

Gencê berî serhildana sala 1991 girêdayî xwendinê û biwarên rewşenbîrî bû. Nivîskar û rojnamevan Xazî Hesen weha dibîne, ku (( gencê berî serhildanê doz û daxwazên wî ne wek ên gencên niha bûn. Berê gencan hizir dikirin ku pêzanînan di bareya dîrok, folklor, wêje, helbest û çîrokan de bizanin. Herweha, wan bi eles (tam) û evîndarî ev mijarên han dixwendin. Mijarên xwendina hîngê dîyar bûn. Wan nedikarî mijarên siyasî bi aşkirayî bixwînin. Belavokên partayetî jî kêm bûn. Perrtûkên bi zimanê kurdî jî kêm bûn. Xwendina gencên hîngê bi cihtir bû. Dema hîngê perrtûkek kurdî bi dest dikevt, bi evîndarîyek mezin jî dihat xwendin. Berî serhildanê ti jêderek nebû. Tenê perrtûkên ji bo wergirtina pêzanînan hebûn. Astê gencên kurd niha hatiye guherandin. Ew niha li duv tiştên bê sûd (bê fayde) û modern û tiştên derve digerin. Ew ewqas li duv biwarên rewşenbîrî nagerin. Dema ku niha gencek biçe kompanyayekê, dê mercê yekemê qebûlkirina wî zanîna zimanê Englîzî be. Ev jî weha dike ku genc ji fêrbûna zimanê Englîzî dûr bikeve. Paşê jî, ji ber hemû ewê sitema ku ji alîyê Ereban ve li kurd hatiye kirin, bandorek mezin li gencan hatiye kirin. Gencên berî serhildanê di biwarê sinc (exlaq) û rewiştê xwe de baştir bûn.)).
Dr. Mesûd Huseyn jî rexneyek dijwar li gencên niha digire û dibêje, ku gencên evroj xerîkî (meşxûlî) kujtina demê ne û xwe rewşenbîr nakin.
Dr. Mesûd Huseyn got: gencê niha ji ber hebûna mobaylê, internetê, çatê û fasebûkê perrtûkan naxwîne. Niha nifşek weha peyda bûye, ku nizane destûr û dab û nerît (urf û adet) çi ne. Ew bi rastî ne rewşenbîr in.
Belê Dr. Mesûd Huseyn beşekî mezinê guneha evê berpirsyarîyê dixe stûyê dayik û bavan de.
Dr. Mesûd Huseyn got: dayik û bavên niha hest bi berpirsyarîyê nakin. Ew tenê nan didin zarokên xwe û wan dihavêjin derve. Ew bi awayekî dirist wan perwerde nakin. Ji ber evê çendê, em dibînin ku nifşek xerab bi rê ve ye. Zarokên niha perwerdeya taxan û kolanan werdigirin û nizanin, ka rêzgirtin, berpirsyarî, perwerdeya civakî, erk û dab û nerît çi ne. Ji ber evê çendê, gerek dayik û bav agaha wan ji zarokên wan hebe û wan bi awayekî zanistî, dirist û ciwan perwerde bikin. Ji ber ku roj bi roj nifşekî tembel çê dibe.
Xwendevana zankoyê Sazan Şêrzad jî weha dibîne, ku niha astê rewşenbîrî yê kiçan gelekî lawaz e, perrtûkan naxwînin û tenê li duv modelan digerin.
Sazan Şêrzad weha jî got: em gelek caran dibînin, ku kiçekê modela herî dawî ya cîhanê li xwe kiriye, belê zanîna wê tine ye. Divê kiç giringîyê bidin naveroka tiştan. Niha kiç ne hevala xwendinê ye, ji ber ku pirranîya perrtûkan bi zimanekî giran û tund û gelekî seqet û şkestî jî hatine nivîsandin, ku ne hemû kes ji wan fam dike. Televiziyon jî hokarekî (faktorekî) negatîv in, ji ber ku filmên tenê ji bo derbaskirina demê û stiranên bê wate û ne li rê diweşînin. Ew (televiziyon) bernameyên bi sûd naweşînin.
Aştî Hejar ê genc jî, di dawî de û di evê bareyê de got: şiyanên gencan di biwarê xwendinê, nivîsandinê û astê rewşenbîrî de, heta niha li welatê me, me dilxweş û bi hêvî nakin. Ev jî ji ber çend hokaran e, ku hiştine rê li ber gencan bihê girtin. Yek ji ewan hokaran ew e, ku jîngehek weha ya xwendinê li malê dirist nebûye, ku ew ji zarokînî ve ji xwendinê hez bikin. Mixabin.. di welatê me de tenê hinek xêzanan şiyane ewê jîngehê di malên xwe de dirist bikin. Herweha, ti paldanek jî – çi di nava xêzanê de û çi jî li derveyî xêzanê – nîne ku alîkarî û piştevanîya gencan bike û wan hînî xwendinê bike. Kolejên me yên ku navendên rewşenbîrîyê ne, ti paldanek weha ji bo xwendinê û alîkarîya xwendevanan di evê bareyê de nedanîne. Em di evê bareyê de çi ji mamosta û profesoran nabînin. Zankoyên me ne cihên weha ne, ku genc tê de rewşenbîr bibin. Hokarekî din jî ew e, ku tekonolgiya – internet, komputer û ...hd – bi nezanîn bi kar dihê. Evê çendê anarşizmek di jîyana gencan de dirist kiriye û pirranîya demên wan bi evan alavan re derbas dibin. Ev jî dihêle ku derfeta xwendinê berteng bibe. Belê nabe em bibêjin, ku hemû genc weha ne. Ji ber ku hinek gencên me xwedî şiyan in û behredar in, belê piştevanîya wan nahê kirin. Rexneyên me tenê ji bo ewan kesan in, ewên ku rêzê li demên xwe nagirin û ewan demên xwe yên zêrîn, bi çatê, modelan û tiştên sivik re derbas dikin.
Top