• Tuesday, 23 April 2024
logo

Mûsil- Piştî 6 salan ji rizgarkirina DAIŞê bajar hîn jî kavil e

Mûsil- Piştî 6 salan ji rizgarkirina DAIŞê bajar hîn jî kavil e

Tevî rizgarkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê di sala 2017an de, ev 6 sal in ku bajarê Mûsilê wêran bûye û hikûmeta federal jî ti gav bo nûavakirinê neavêtiye.

Rojnameya El-Erebiye el-Cedîd a Londonê ragihandiye, Mûsil 9 sal in wêran bûye û şeş sal in ji destê terorîstên DAIŞê hatiye rizgarkirin, lê hîn jî vala maye û hikûmeta federal li bajarê Iraqê xwedî derneketiye.

Devera (Mûsila Kevin), ku li aliyê rastê yê parêzgeha Mûsilê ye, ji dema rizgarkirina Tîrmeha 2017an ve, DAIŞê kavilek li pey xwe hişt, lê ji wê demê ve heta nîvê sala 2023, Mûsila Kevin wek kavilek maye û hîç xebatek bo avadankirinê nehatiye kirin.

Rojnameyê nivîsiye ku piraniya mayînên ku piştî bombebaran û teqînan mane li cihê xwe mane û nehatine rakirin, herwiha tê pêşbînîkirin ku bi sedan cenaze û bermahiyên kuştiyên DAIŞ û sivîlan di bin kavilên hilweşiyayî de mane.

 

Basnews

Top