• Friday, 19 April 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyoza Amerîkayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Balyoza Amerîkayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.

Îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyoza Amerîkayê civiyan û di civînê de mijara budceya giştî ya Iraqê hat gotûbêjkirin û rol û bandora aliyên siyasî di proseya siyasî ya Iraqê û rewşa navçeyê bi giştî, hatin axaftin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya derbasbûna budceya Iraqê kiriye, bi awayekî ku berjewendiyên hemû navçe û pêkhateyên Iraqê û mafên Herêma Kurdistanê li ber çavan bigre.

Di beşeke din a civînê de li ser mijara hilbijartinên Parlamentoyê li Herêma Kurdistanê danûstandina fikr û ramanan hat kirin û hewl û pêngavên Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo encamdana hilbijartinan hatin axaftin, li ser vê mijarê Nêçîrvan Barzanî dûpat kiriye ku hemû rêkarên pêwîst digre ber, da ku di demeke guncaw de hilbijartin were encamdan.

 

K24

Top