• Tuesday, 23 April 2024
logo

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî li ser mirina zindaniyan hişyariyê dide Lubnanê

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî li ser mirina zindaniyan hişyariyê dide Lubnanê

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî bang li rayedarên Lubnanî kir ku "bilez tenduristiya girtiyan weke karekî serekî bigirin" ji ber ku hejmara mirinan li gor sala 2018an du qat zêde bûye.

Li gorî hejmarên ku bi Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî re hatine parvekirin jimara miriyan ji 14 di 2015an de, 18 di 2018an de û 34 di 2022an de zêde bûye. Desthilatdar xirabbûna tenduristiya girtiyan bi krîza aborî ve girê didin.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî di wê baweriyê de bû ku divê dadwerî lêkolînek bilez, bêalî û bi bandor li ser hemî mirinên li girtîgehan bike, da ku diyar bike ka ta çi astê reftar û xemsarî ya karmendên girtîgehê ji van mirinan re heye.

Rêxistinê di raporekê de ku roja çarşemê hat weşandin got: "Hejmara zêde ya kuştiyan hişyariyek e ji rayedarên Lubnanî re ku alîkariya civaka navdewletî bikin ku şert û mercên zindanê, di nav de lênihêrîna tenduristî baştir bike."

Girtîgehên Lubnanê di salên dawî de qerebalix bûne, aniha kapasîteya xwe ji sedî 323 derbas kiriye, ku ji sedî 80 ê girtiyan bêyî dadgehkirin têne girtin, di heman demê de çavkaniyên ku ji bo peydakirina lênihêrîna tenduristiyê hewce ne bi tundî kêm bûne ji ber kêmbûna diravê enflasyonê.

Cîgira Rêveberê Herêmî ya Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Aya Meczûb got: "Zêdebûna tund a mirinên di girtîgehê de divê bibe hişyariyek ji hukûmeta Lubnanê re ku hewcedariya girtîgehên Lubnanê bi reformek bilez û berfireh heye."

Herwiha gotiye ku qeyrana aborî ne behane ye ku karbidestên girtîgehê bazarê bikin da ku girtiyan bigihin dermanan, yan jî lêçûna nexweşxanê deynin ser milên malbatên girtiyan, yan jî paşxistina veguhestina girtiyan bo nexweşxaneyan.

Aya Meczûb diyar kiriye:  "Divê dadwerî lêkolînek bilez û bêalî li ser hemî mirinên di girtîgehê de bike û her têkçûn û xemsarî ji hêla rayedaran ve were çareser kirin, di nav de dadgehkirina berpirsan li gorî hewcedariyê.”

 

K24

Top